Bi hezaran Kurdistanî ber bi sînorê Kobanê ve diçin
Bi hezaran Kurdistanî ber bi sînorê Kobanê ve diçin
Bi hezaran Kurdistanî ber bi sînorê Kobanê ve diçin
Li hember êrîşên çeteyên DAIŞ ên li dijî Kobanê ji Bakurê Kurdistanê ber bi sînorê Kobanê ve çûna welatiyan didome. Ji Colemêrgê, gelek navçeyên Mêrdînê û Wanê gel ji bo biçe sînorê Kobanê ket rê. 4 otobusên ji Wanê çûn li navçeya Artemêtan ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Rayedarên Tirk diyar kirin ku destûr nadin girse derbas bibe û gotin, “Ev biryareke navendî ye.” Girseya ku astengiya rayedarên şermezar kir got, “Bêhiqûqiyeke, em ê li ber xwe bidin û li rex gelê Kobanê cih bigirin.”
Ji gelek navendên Bakurê Kurdistanê welatî ji bo biçin sînorê Kobanê ketin rê. Hikûmeta AKP’ê ya aşkera piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ dixwaze girseya ji Wanê derketiye rê asteng bike. Rêveberê Rêxistina Wanê yê DBP’ê Ugur Ozlu yê ji ANF’ê re axivî got ku polîs hewl didin dest deynin ser wesayîtên wan û diyar kir ku polîsan ji wan re gotiye, “Vegerin malên xwe ev biryareke navendî ye, em qet destûr nadin.”
Ozlu da xuyakirin ku wê li hember vê li ber xwe bidin û wiha dewam kir, “Em niha li benda parlamenteran e. Wê bên cihê bûyerê û hin hevdîtinan pêk bînin. Ya hatiye kirin bêhiqûqî ye. Mafê me yê seyahetê te astengkirin. Em ê li hember vê bêhiqûqiyê li ber xwe bidin û lir ez gelê Kobanê cih bigirin.”
JI COLEMÊRGÊ JÎ GELEK WESAYÎT DERKETIN RÊ
Ji Colemêrgê jî gelek wesayît ji bo derbasî sînorê Pirsûs bibin di pêşengiya Meclîsa Bajêr a Colemêrgê de ketin rê. Di nav girseya li ber Şaredariya Colemêrgê kom bû, hevserokên Bajêr ên HDP û DBP’ê, Meclîsa Bajêr a Colemêrgê, pêkhateyên DOKH’ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek welatiyan cih girt.
WELATÎ JI MÊRDÎNÊ JÎ KETIN RÊ
Ji Mêrdînê û navçeyên wê jî welatî ber bi Pirsûsê ve ketin rê. Wê sibe jî ji Nisêbîn, Qoser, Kerboranê û gelek navçeyan gel ber bi Pirsûsê ve biherike. Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Mêrdînê Musa Alkan got ku amadekariyên xwe kirine û wiha axivî: "Em bang li tevayî gelê xwe dikin. Roj roja tevlîbûna berxwedana ji Kobanê re ye.”