Bi hezaran leşker li ser sînorê Başûrê Kurdistanê hat bicihkirin

Bi hezaran leşker li ser sînorê Başûrê Kurdistanê hat bicihkirin

Piştî ku erka "parastina" sînoran ji Fermandariya Giştî ya Jendermeyan hat stendin û radestî Fermandariya Hêzên Bejahî hat kirin, yekîneyên jendermeyan ên li ser sînorê Başûrê Kurdistanê vekişiyan û Tûgaya 48. a Leşkerên Peyadar a li herêma Şenoba, li ser sînorê Başûrê Kurdistanê hat bicihkirin.

Hat ragihandin, bi hezaran leşkerên li ser sînor hatin bicihkirin, di konan de dimînin û gelek karavan ji herêmê re hatine şandin.

Balkêş e ku ev tevger, heman piştî erêkirina erkdariya şer a li dijî Başûrê Kurdistanê, rû da.