Bi hezaran li Muş û Colemêrgê ji bo Azadiya Ocalan meşiyan

Bi hezaran li Muş û Colemêrgê ji bo Azadiya Ocalan meşiyan

Li Mûş û Colemêrg bi 10 hezaran kesên li hev kom bûn, bi silogana "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdan re statu" meşên girseyî pêk anîn. Meşên di bin dorpêç û barîkatên polîsan de pêk hatin, bê navber siloganên Azadiya Ocalan dihat xwestin hatin berzkirin.

Di pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê de jî bi şîara "Ji Ocalan re azadî, ji kurdan re statu" bi tevlêbûna hezaran kesan meşek girseyî pêk hat. Girseya ku li ber avhiya BDP'ê kom bûn heta avahiya Şardariya Colemêrgê meşiyan. Girseya ku di meşê de li def û zirnê xist pankarta "Azadiya gelê kurd, bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan ve girêdayî ye" "Ji bo azadiyê emê têkoşîna xwe berdewam bikin" vekirin. Di meşê de rêveberên BDP, HDP, KCD, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê amade bûn. Girsê di meşê de bê navber siloganên "Ji Ocalan re azadî, ji kurdan re statu" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.

MÛŞ

Li Mûşê jî di pêşengiya Rêxistina BDP'ê de, bi hezaran bi şîara "Ji Ocalan re azadî, ji kurdan re statu" ji Depoya Avê ya Kolana Cumhuriyetê heta şaredariya Mûşê meşiyan.

Di meşê de Parlamenterê BDP'ê Demir Çelik, rêveberên BDP'ê şaredarên BDP'î yên navçeyên Mûşê amade bûn. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan û pankarta "Rizgariya Demokratik, bi hamleya jiyana azad, em xweseriya demokratîk ava dikin" û "Em bi şîara ji Rêber Apo re Azadî, ji Kurdistanê re statu û Rêberê Azad, ziman, nasname û çanda azad û Kurdistana azad ber bi serketinê dimeşin" vekirin. Girsê di meşê de bê navber siloganên "Ciwanên bi rêxistin, ji Ocalan re azadî", "Bijî serok Apo", "Ocalan", "Bê serok jiyan nabe" berz kirin. Girseya ku heta avahiya şaredariyê meşiya li vir daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê girsê Parlamenterê BDP'e yê Mûşê Çelik, daxuyanî da û pakêta AKP'ê rexne kir.

Girsê piştî daxuyanî da belav bû û dema belav bû polîsan mudaxaleyî meşa girsê kir. Hat zanîn ku di mudaxaleya polîsan de 2 endamên ciwanên BDP'ê hatin binçavkirin. Girseya ku piştî mudaxaleyê kom bi kom çûn ber avahiya edliyê rawestîna xwe ya li ber edliyê didomînin.