Bi hezaran li Wanê 9'ê Cotmehê şermezar kirin

Bi hezaran li Wanê 9'ê Cotmehê şermezar kirin

Bi hezaran kesên ku li Wanê li hev kom bûn 9'ê Cotmehê Roja derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Sûriyê şermezar kirin.

Bi wesîleya 15. salvegera 9'ê Cotmehê Roja derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Sûriyê li Parka Musa Anter çalakî pêk anî. Bi hezaran kesên di navde nûnerên BDP, HDP û TUYAD-DER'ê jî hene li Parka Musa Anter kom bûn çalakî pêk anîn. Girseya ku li Parka Musa Anter kom bûn heta Parka Feqiye Teyran meş pêk anîn. Girsê di meşê de pankartên "Em dîl girtina Rêber Apo êdî tahammûl nakin", "Bimre 9'ê Cotmehê" vekirin û alên KCK, PKK'ê rakirin. Girsê posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vekirin û bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e berz kirin.

Girsê piştî heta Parka Feqeyê teyran daxuyanî da. Li ser navê girsê Hevserokê BDP'a Wanê Musa Îtah, daxuyanî da û 9'ê Cotmehê şermezar kir.

Pişti daxuyaniyê bi meş bi siloganan bi dawî bû.