Bi hezaran Mêrdînî ji bo Rojava daketin kolanan

Bi hezaran Mêrdînî ji bo Rojava daketin kolanan

Bi armanca şermezarkirina komkujiya li Til Hasil û Til Eran a li Kurdan hat kirin, duh bi şev li navçeyên Mêrdînê meşên bi meşale hatin lidarxistin.

Li navçeyên Mêrdîn Nisêbîn, Qoser û bajarokê Stewr Alfan'ê, êrîşên li dijî Kurdên li Rojava bi çalakiyên girseyî hatin şermezarkirin.

Li bajarokê Alfan ê navçeya Stewrê, bi hezaran kes bi meşaleyan heta meydana bajarok meiyan. 

Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo têkoşerên di rêya azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, sirûda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya navçeya Stewrê Şêxmûs Aksoy li çalakiyê axivî û destnîşan kir ku têkoşîna bi salan a gelê Kurd gihaştiye asta azadiyê. 

Aksoy diyar kir ku li Rojava komên çete bi alîkariya Ergenekona Kesk êrîşî gelê Kurdan dike û bang li gelê Kurd kir ku li dijî van polîtîkayan bi gelê li Rojava re di nava piştgiriyê de be.

Li navçeya Qoserê jî li Qada Azadiyê bi hezaran kes hatin cem hev û ber bi avahiya BDP'ê ya Navçeyê ve bi vê armancê meşiyan. Hevserokê BDP'ê yê Navçeya Qoserê Fath Tekîn li vir daxuyaniyek da û bibîr xist ku bi alîkariya vekirî ya Tirkiyê re çete êrîşî gelê Kurd dike.

Bi heman armancê li navçeya Mêrdîn Nisêbînê ji meşeke bi meşale hat lidarxistin. Di meşê de bal hat kişandin ser pirsgirêkên tenduristiyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiya li Rojava hat şermezarkirin. Bi sedan kesên di nav de Parlamenterê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora jî amade bû li Kolana Şîrin a Taxa Abdulkadîrpaşa hatin cem hev û ber bi Navenda Çandê ya Mîtanî ve meşiyan. Li dû meşê mîtîng hat lidarxistin. Di axaftinên li mîtîngê de hat bibîrxistin ku alîkariya ji bo Rojava hatiye komkirin ev 6 roj in li deriyê sînor ê Dirbêsiyê tê sekinandin û hat gotin, "Em ji vê derê careke din dibêjin; gelê li Rojava xizmên me ne, xwîşk û birayên me ne. Polîtîkayeke çewt a li dijî wan, polîtîkayeke çewt a li dijî me ye, emê vê ti carî qebûl nekin."