Bi hezaran Nisêbînî meşiyan sinorê Rojava
Bi hezaran Nisêbînî meşiyan sinorê Rojava
Bi hezaran Nisêbînî meşiyan sinorê Rojava
Li Navçeya Nisêbînê bi boneya şoreya Rojava silav bikin û komkujiya li dijî gelê Rojava pêk tê şermezar bikin bi hezaran welatî kom bûn û meşiyan Sînorê Rojava.
Di pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Nisêbînê de bi hezaran welatî bi boneya piştgiriyê bide gelên Rojava û Şoreşa Rojava silav bike, her wiha bi boneya komkujiya li dijî Gelên Rojava pêk tê şermezar bikin, li Kolana Şirînê kom bûn. Bi hezaran kesên li Kolana Şîrîn kom bûn heta Sînorê Rojava meşiyan. Di meşê de rêveberên BDP'ê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û welatî amade bûn. Bi hezaran kesên meşiyan, silogan beriz kirin û piştgiriya xwe dan Gelên Rojava. Girsê di meşê de pankarta "Li Rojava Komkujiya Zarokan" vekir û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê bilind kirin. Girsê di meşê de bê navber durûşmên "Bijî berxwedana YPG", "Gelê kurd li rûmeta xwe xwedî derkeve" û "Bijî serok Apo", "PKK gel e, gel li vire" beriz kir. Girse piştî heta sînor meşiyan, ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Li ser sînorê Rojava Serokê Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Reşat Kaymaz, komkujiya li dijî gelê Rojava pêk tê şermezar kir û wiha got: "Em dê her tim li pişt gelê Rojava bin. Bi têkoşîna Azadiya Gelê Rojava, tenê gelê Rojava azad nabe. Dê hemû gelên Rojhilata Navîn azad bibe. Bila hikûmeta AKP'ê, DYA û welatên Ewropa baş zanibin ku Gelê Rojava tu carî ne bi tenê ye. Em dê her tim li pişt gelên ku têkoşîna azadiyê didin cih bigirin. Hikûmeta AKP'ê nikare bi polîtikayên ambargo gelê kurd tune bike. Nikare bi çeteyan û komkujiyan gelê kurd têk bibe. Nikare bi komkujiyan Şoreşa Rojava asteng bike."
Piştî daxuyaniyê girsê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anî û dawî li çalakiya xwe anî.