Bi hezaran şervanê YPG'ê Xebat Qamişlo spartin axê

Bi hezaran şervanê YPG'ê Xebat Qamişlo spartin axê

Li Qamişlo cenazeyê şervanê YPG'ê Xebat Qamişlo, ku di pevçûnên li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê bi hezaran kesî ve, bi merasîmeke li goristanan Şehîd Delîl Sarûxan  spartin axê.

Bi hezaran kes li ber mizgefta Qasimo ya ku cenazeyê şervanê YPG'ê Fîras Berhem Dawid bi nasnav Xebat Qamişlo, yê di pevçûnên duh li Serêkaniyê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên çete de jiyana xwe ji destdabû, kom bûn. Kurdistaniyên cenaxeyê Xebat Qamişlo li ser milan kirin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Delîl Serûxan ve birin.

Li Goristanê merasîma leşkerî hatin lidarxistin, piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Lazgîn Hiso axivî û diyar kir ku bi berxwedana YPG'ê hewldanên dagirkeran tu carî bi ser nakevin. Her wiha Lazgîn diyar kir ku gelê Rojavayê Kurdistanê di  xwîna şehîdan ewê bi ser bikevin.

Piştre endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Îsa Hiso axaftinek kir û diyar kir ku bi xwedî derketina li xwîna şehîdan ew dikarin azadiya xwe bi dest bixin. Her wiha Hiso dazanîn ku ji 1920 de pîlanên tunekirinê li ser gelê kurd tê meşandin û îro li Serêkaniyê pîlanger pîlanên xwe dewam dikin. Hiso bal kişand ku  bi xwîna şehîdan ev pîlan wê vala werin derxistin. Di dawiya axaftina xwe de Hiso bang li hemû hêzên herêmê kir ta ku li himber pîlana yekitiya xwe xurt bikin.

Piştî Hiso Partiyên Wekhevî, PYD û Partiya Çep ya Kurd axaftin kirin û dan zanîn ku ji hemû demê bêtir pêdiviya kurdan bi yekitiyê heye da ku karibin herêma Serêkaniyê ji çeteyan paqij bikin.

Piştî ku merasîm bi dawî bûn bi hezaran kurdistaniyn Şervanê YPG'ê Xebat Qamişlo li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê.

Şervanê YPG'ê Fîras Dawid bi nasnav Xebat Qamişlo, navê bav Behrem, navê dayikê Tirkiya li gundê Xirbê Gula di 11-9-1980 ji dayik bûye.