Tê diyarkirin ku ji ber sedema bibihabûna qût û zad bi milyonan mirov bi taybet li welatên kêm pêşketî yên cîhanê bi birçîbûnê re rû bi rû bimînin.
Ji ber zuhabûna îsal a li DYA, Rûsya û Hindistanê, bihayê dexl û dan li seranserê cîhanê zêde bû. Bi btaybet bihayên gennim bû du qat û bihayê garis û soyayê gihişt astek herî jor.
Li gorî daneyên rêxistinên sivîl, li welatên weke Sûdan, Sûdana Başûr, Somanî, Komara Demokratîk a Kongoyê, Efxanîstan, kenya, Zîmbabwe û Yemenê zêdetirê 50 milyon mirov bi birçîbûnê re rû bi rû ye. Li gorî hin agahiyên li hin deverên başûrê Efrîkayê êdî koka şînatiyan jî tê mezaxtin.
Oxfam a ku di qada gerdûnî de bi xebatên xwe yên li ser birçîbûnê tê nasîn, ragihand ku di têkoşîna li dijî birçîbûnê de rêxistinên mirovahiyê nikarin li ber xwe bidin û diyar kir ku divê xeletiyên di parvekirina qût û zad a cîhanêd e bêne sererastkirin.
Rêxistina bi navê Save the Children jî ragihand ku dê bi miyonan zarok ji zêdebûna bihayê dexl û dan bandor bibin.
Dê di van rojên pêş de li Îngilîstanê civînek bilind bi navê têkoşîna li dijî birçîbûnê bê lidarxistin. Rêxistin û saziyên sivîl beriya civînê dixwazin li dijî birçîbûna li cîhanê seferberî were ragihandin.
Yek ji armancên Neteweyên Yekbûyî (NY) ew e ku heta sala 2015 hejmara 170 milyon zarokên ku baş nayên xwedîkirin, dabixe 70 milyonî.
Lê çavdêr didin diyarkirin ku ger ev zûhabûna îsal dest pê kiriye berdewam bike, ev hedef pêk nayê.