Bi pereyê talanê xaniyê Kurdan dikirin
Bi pereyê talanê xaniyê Kurdan dikirin
Bi pereyê talanê xaniyê Kurdan dikirin
Bi armanca valakirina Rojavayê Kurdistanê, ji aliyekî ve ambargo û êrîş tên meşandin, ji aliyê din ve jî siyaseta Erebkirinê didome. Hat hînbûn ku ev demeke komên Îslamî bi armanca Erebkirina herêmê pereyan didin malbatên Ereb ên ji Dêra Zor û Helebê koçî Qamişloyê kirine da ku li bajêr xaniyan bikirin û lê bicih bibin.
Siyaseta Erebkirina Rojavaya Kurdistan û guhertina demografiya heremê bi gelek şêwazan didome. Ji aliyekî ve ambargo û êrîş tên meşanin ji aliyê din ve siyaseta Erebkirina heremê didome. Çavkaniyekî Mehelmî yê Ereb li Qamişlo da zanîn ku ev demeke komên Îslamî bi armanca Erebkirina herêmê pereyan didin malbatên Ereb ên ji Dêra Zor û Helebê koçî Qamişloyê kirine da ku li bajêr xaniyan bikirin û lê bicih bibin. Çavkaniyê nexwest navê xwe eşkere bike anî ziman ku heta niha bi vê armaca 35 xanî li bajarê Qamişlo ji aliyê wan komên Îslamî ve hatine kirîn û malbatên ji Dêra Zorê, Helebê yê nêzîkî wan koman lê hatine bicih kirine.
KURD KOÇ DIKIN, EREB TÊN ŞÛNA WAN
Ji ber êrîşan heta niha bi sedhezaran Kurd ji Rojavaya Kurdistan koçber bûne û lê beramberê wê jî bi sed hezaran Ereb ji bajarên Dêra Zorê, Heleb, Reqa koçî Rojavaya Kurdistan kirine. Li gorî daneyên hatine bi dest xistin, nêzî 200 hezar Kurd koçî Başûrê Kurdistanê kirine. Çavkaniyên heremê didin diyar kirin ku ji ber koçberiyê Kurdan a derveyî Rojavayê Kurdistan û hatine Ereban a heremê, zimanê bazara Qamişlo bi giranî bûye Erebî.
BI PEREYÊ TALANÊ XANIYÊ KURDAN DIKIRIN
Komên Îslamî yên bi şerê li Sûriyê re xwe dan der, bi kuştin, talan û şelandinê hatin rojevê û bi mîlyon dolaran alavên dewletê û gel desteser kirin. Bi tenê firotina petrola xav a li heremê, tê gotin wan koman bi mîlyon dolaran qezenç kirine. Komên mijara gotinê ji bo dagirkirina Rojavayê Kurdistanê ev demeke êrîş dikin û li berxwedana gelê Kurd rast tên. Komên çete yên nikarin bi rêya leşkerî Rojavaya Kurdistanê dagir bikin, vê carê şêwazên cûda bikartînin.
Çavkaniyek ne xwest navê xwe eşkere bike anî ziman ku heta niha bi vê armaca 35 xanî li bajarê Qamişlo ji aliyê wan komên Îslamî ve hatine kirîn û malbatên ji Dêra Zorê, Helebê yê nêzîkî wan koman lê hatine bicih kirine.
Çavkaniyê heremê didin zanîn ger koçberiya Kurdan û hatine Ereban li Rojavayê Kurdistanê wiha bidome dê demografiya heremê bi temamî biguhere. Tê gotin, ev koçberiya Kurdan ji siyaseta Kembera Erebî bêtir xetere ye.