Bi qasî 40 Êzidî ji destê çeteyan rizgar bûn
Bi qasî 40 Êzidî ji destê çeteyan rizgar bûn
Bi qasî 40 Êzidî ji destê çeteyan rizgar bûn
Bi dehan Êzidiyên piştî dagirkirina Şengalê ji aliyê DAIŞ'ê ve ji destê çeteyan reviyan, piştî çend hefteyan ji Rebîa reviyan û xwe gihandin gerîlayên HPG'ê.
Malbatên di dema dagirkeriya 3'ê Tebaxê de li Şengalê hatin revandin anîn ziman ku bi hefteyan ew li Rebîa ya ser bi Mûsilê li cihekî di bin kontrola çeteyan de hatine ragirtin.
35 ji van Êzidiyan roja 8'ê Tebaxê saet di 17:00 de xwe gihandin çiyayê Şengalê yê di bin kontrola HPG'ê de. Di 7'ê Îlonê saet di 03:00 de jî koma ji 40 kesî reviyan.
Gerîlayan malbatên ji jin, zarok û îxtiyaran birin herêmên ewle. Der heqê aqûbeta pênc kesên mayî de hînê agahî nehat stendin.
Malbatên xwe xilas kirin anîn ziman ku ji bo keçên xwe yên ciwan ji çeteyan rizgar bikin, gelek caran ew di binê axê de veşartine.