Bi qasî hilma bêhna xwe nêzî azadiyê ne!

Bi qasî hilma bêhna xwe nêzî azadiyê ne!

Bi zêdebûn û dijwarbûna êrîşên li dijî destketiyên gelê Kurd re tevlîbûna li nava refên gerîla jî zêde dibin. Şervanên nû yên ji dewreya perwerdeyê mezûn bûn biryardariya xwe ya ji bo têkoşîna parastina gelê Kurd destnîşan kirin.

Endamên dewreya perwerdeya Şehîd Mizgîn der barê perwerdeya şervanê nû de qala jiyana xwe kirin. Şervanên nû bang li ciwanan kirin da ku destê xwe bidin hev û welatê xwe xwe rizgar bikin.

DI PERWERDEYÊN LEŞKERÎ DE TEVLÎBÛNEKE XURT HEYE

Şêx Tûfan (Fermandarekî Şervanên Nû): Di karê pratîkî yên çiyê de cih digirim. Niha ciwanên me di asteke mezin de tevlî dibin. Dijmin êrîşên xwe yên herî mezin li ser civaka welatparêz dimeşîne. Li hember ciwanekî ku heqiqeta xwe nizanibe dijmin her tiştî dike. Hinek ciwan di destê dijmin de her tiştên xerab dikin. Ciwanên rastiyê dibînin tevlî gerîla dibin. Di perwerdeya çanda Apoyî de vê yekê baştir dibînin û bandor dibin. Rojên destpêkê astengî çêdibe lê di nav demê de çareser dibe. Jiyana xwe ya kevin dinêre û hêrs dibe û bi hesteke tolhildanî tevlî dibe. Di Perwerdeyê de mijar, ast û rewşa jinê ya civakê dibînin. Perwerdeyên leşkerî re jî tevlîbûneke xurt û bi kelecanî heye. Niha ji tundûtûjiyên fizîkî wêdetir valakirina naverokê heye. Weke derziyekê bixin nav çengê wan û wan bitefînin. Yên ku ji xwe bêjin em Kurd in hewceye rûnenên û tevlî bibin. Qirkireneke çandî heye. Mafê her kesî heye ku tevlî şer bibe. Biçin Şengal, Rojava û çiyayan. 

EZ JI BO GELÊ XWE Û PKK’Ê HATIM NAV GERÎLA

Egîd Ararat: Ez ji bo gelê xwe, ji bo gelê Kurd tevlî PKK’ê bûm. Tişta ku min di nav bajaran de didît, dagirkeran li ser gelê Kurd zilm dikirin. Gelê Kurd xistibûn bin destê xwe, bê parastin hiştibûn. Lewma ez hatim vê derê û min di perwerdaya PKK’ê de perwerdeya mirovahiyê dît. Li vir jiyaneke paqij û jiyaneke exlaqî heye. Dema ez li zanîngehê bûm, ji bo mirov bibe muhendis perwerde didan lê ji bo mirov bixin bin destê xwe perwerde dikirin. Lê li vir ji bo mirov azad bibe û bikaribe xwe biparêze perwerde tê dîtin. Li hember faşîst û dagirkeran ez hatim nav gerîla. 

EM DIXWAZIN GELÊ XWE BIPARÊZIN

Serhat Agirî: Armanca tevlîbûna min ji bo şikandina siyaseta qirêj a li ser gelê Kurd e. Ne tenê dewleta Tirk dewletên her çar parçeyên Kurdistanê, li hemberî siyasetê wan dewletên dagirker em dixwazin gelê xwe biparêzin û li hemberî van êrîşan bisekinin. Ji bo vê tevlî bûm. Bi rastî jî jiyana gerîla jî wiha ye, xwezayî ye. Em xwe ji xwe cuda nabînin, di bajaran de mirovahî hatiye qirêjkirin. Dema mirov tê çiyayan paqijiyeke mezin heye. Bajaran bi mejiyê me pir lîstiye. Mirov dema xwezayê de dijî, heyecanek pir mezin digire.

‘JI BO ÇI BERXWEDAN PÊWÎST E ME FÊM KIR’

Dildar Sefkan: Ez ji Rojava tevlî bûme. Armanca min a tevlîbûnê ji bo azadiya gelê Kurd û azadiya tevahî gelan e. Destpêkê armanca tevlîbûna min weke jineke azad jiyîn bû. Em jin weke kole bûn û me koleti dikir. Di jiyana civakî ya niha de ev hebû. Min xwest weke jineke azad werim refên azad, nav gerîla û jiyana rastî. Di perwerdeyê de desthilatdariya pergalê, civakê û hemû beşên dîroka Kurdistanê jî me dît. Di dîroka jinê de me xwe nas kir. Di dîroka PKK’ê de me mafê xwe nas kir û ji bo çi berxwedan hewce ye me fêm kir. Banga min ew e; bila hemû ciwan tevlî gerîla bibin. Bes e koletî. Ereb, Xiristiyan, Kurd em destê xwe bidin hev û dijmin ji axa xwe derxin. Bes bila dayikên me negirîn. Em hemû bibin piştevan û li hemberî dijmin derkevin û ji axa xwe derxin.

‘JIYANA LI SER AXA XWE CUDA YE’

Axîn Gabar: Min zilma li ser Kurdistan û civakê dît. Dema jin kole dibe nikare, rast bijî. Jin bi tenê dikare li çiya xwe bibîne û wek gulekê dibişkive. Di dîroka partiyê de mirov Rêberê xwe nas dike. Rêber Apo niha ji bo me di nav çar diwaran de têdikoşe. Ji her çar parçeyên Kurdistanê re banga min; bila tevlî refan bibin ev der pir xweş e. Mirov ser axa xwe rûnê û li ser axa xwe bijî , hestek cuda ye.”