Bi rojane agahî ji Mûrat Îzol nayê girtin

Bi rojane agahî ji Mûrat Îzol nayê girtin

Ciwanê binavê Mûrat Îzol ku polîsan li Fiskayaya Amedê gule lê reşand û hate îdîakirin avêtine çemê Dîcle, bi rojana agahî jê nayê girtin.

Ji bo Mûrat Îzolê 19 salî ku çar roje agahî jê nayê girtin, yekîneyên Lêgerînê yên bin avê yên girêdayî Şaredariya Amedê, lêgerîna ku ji demjimêrên sibehê ve dane destpêkirin hêjan didome. Lê belê hêjan rastî Îzol nehatine.

Duh şev jî komek ciwanan li ser navê YDG-H xwest li Taxa Fiskaya ya Amedê ji bo Îzolî meşekê li darxîne. Piştî ku polîsan destûr neda meşe û bibombeyên gazê êrîş kir, pevçûn derket. Di pevçûna ku hinek ciwanên YDG-H birîndarbûn, rakirin nexweşxaneyê û gel daket kolana.