Bi sedan gerîlayan 15'ê Tebaxê pîroz kirin
Bi sedan gerîlayan 15'ê Tebaxê pîroz kirin
Bi sedan gerîlayan 15'ê Tebaxê pîroz kirin
Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Bawer Dêrsim, di pîrozbahiya 15'ê Tebaxê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê de destnîşan kir ku pêngava 15'ê Tebaxê gelê Kurd doşka mirinê rakir û xist ser rêya jiyana azad. Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Azad Sîser jî da xuyakirin ku divê bi giyana 15'ê Tebaxê xwedî li pêvajoya çareseriya demokratîk û jiyana azad were derketin.
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, pîrozbahiyên salvegera pêngava 15'ê Tebaxê bi çalakiyên cûda dewam dikin. Di pîrozbahiyên li du nuqteyên cûda de, Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Bawer Dêrsim, Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Azad Sîser, ji Fermandarên HPG'ê Eylul Amed, ji Fermandarên YJA Starê Evîn Amed û Arya Amed li gel bi sedan gerîlayan amade bûn.
Pîrozbahiyan bi merasîmên leşkerî destpê kirin û Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Bawer Dêrsim û Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Azad Sîser der heqê wate û girîngiya rojê de axaftin kirin.
‘15'Ê TEBAXÊ GELEK JI DOŞEKA MIRINÊ RAKIR Û XIST RÊYA JIYANA AZAD’
Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Bawer Dêrsim di pîrozbahiya yekemîn de peyivî û diyar kir ku pêngava 15'ê Tebaxê, pêngava dawîanîna li polîtîkayên qirkirinê ye. Dêrsim got, Di kesayetiya fermandarê mezin Egîd de, hemû hevalên di pêngava 15'ê Tebaxê û têkoşîna bi 15'ê Tebaxê re destpê kir jiyana xwe ji dest da, bi rêzdarî û minet bibîr tînin. Pêngava mezin a 15'ê Tebaxê, ji bo têkoşîna çand, ziman û nasnameyê ya gelê me, roleke dîrokî lîstiye. Pêngava 15'ê Tebaxê gelê me ji doşeka mirinê rakiriye û xistiye rêya jiyana azad."
LI DIJÎ DARBEYA 12'Ê ÎLONÊ 15'Ê TEBAXÊ GAVEKE GELEKÎ MEZIN E
Dêrsim da xuyakirin, ku pêkanîna pêngaveke bi vî rengî heman piştî darbeya 12'ê Îlonê gaveke gelekî mezin e û axaftina xwe weha dewam kir:
"Berxwedana Mazlûman, Xeyriyan, Kemalan a li zîndana Amedê û 15'ê Tebaxê ya heman piştî wê li çiyayên Kurdistanê pêk hat, ji bo mirovahiyê, ji bo gelê me û tevahiya hêzên azadîxwaz gelekî girîng e. Vê yekê, di têkoşîna 29 salên bihurî de, xwe hîn bi zelalî nîşan da. Pêngava 15'ê Tebaxê û şerê şoreşgerî yê piştî wê hat meşandin, hem ji bo gelê me hem jî ji bo hêzên demokrasiyê, deskevtiyên mezin afirandiye. Ev deskevtî îro jî bi "Pêngava Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad" a Rêberê me dewam dike. Lewma pêvajoya em tê de ne, ji pêvajoya pêngava 15'ê Tebaxê cûdatir nîne."
Dêrsim da xuyakirin ku tevî 29 sal di ser re derbasbûye jî, pêngava 15'ê Tebaxê hînê moral û hêzeke mezin dide şervan û milîtanên PKK'ê.
‘DIVÊ EM BI GIYANA 15'Ê TEBAXÊ XWEDÎ LI PÊVAJOYÊ DERKEVIN’
Di pîrozbahiya li nuqteyeke din de Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Azad Sîser axivî û diyar kir ku ewê heta dawiyê bibin şopdarên afirînerên giyana fedayî ya 15'ê Tebaxê. Sîser da xuyakirin ku pêngava 15'ê Tebaxê pêngava şer û sekna bi rûmet a gelê Kurd li dijî rejîma înkar û tinekirinê ye û got, "Bi vê pêngavê re gelê Kurd şoreşa çandî, netewî û siyasî afirand. Ev hemû bi saya şehîdên me û pêngava 15'ê Tebaxê bû. Eger îro bi milyonan mirov li dora felsee û nêrîna Rêberê me li hev kom dibe, sedema vê pêngaav 15'ê Tebaxê û dilsoziya bi vê pêngavê re ye. Di vê çarçoveyê de rola Rêber Apo diyarker e. Hemû serketin û deskevtî bi pêşdîtin û hewldanên Rêberê me pêk hatin. Di encama vê têkoşînê de di Newroza 2013'an de pêvajoyekê destpê kir û pêngava siyasî ya demokratîk ket dewrê. Ev hewldanên Rêberê me hewldanên pîroz in û helwest û nêzîkatiya dewletê ya li hemberî van hewldanan, kêm e û xemsar e. Ji bo ev pêvajoya siyasî ya nû bi ser bikeve, divê em bi giyana 15'ê Tebaxê xwedî lê derkevin."
Piştî axaftinan, şano, skêç, koro, govend ên ji aliyê gerîlayan ve hatibûn amadekirin, hatin pêşkêşkirin. Pîrozbahiyên bi coş, bi govendê bi dawî bûn.