Bi sedan welatiyên Silêmaniyê êrîşên li hember Kobanî şermezar kirin
Bi sedan welatiyên Silêmaniyê êrîşên li hember Kobanî şermezar kirin
Bi sedan welatiyên Silêmaniyê êrîşên li hember Kobanî şermezar kirin
Li Silêmaniyê ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kantona Kobanê meşek hate lidarxistin. Di axaftinan de êrîşên çeteyên DAIŞ hatin şermezarkirin û banga piştgiriyê hat kirin.
Duh saet 16.00’an li bajarê Silêmaniyê Başûrê Kurdistanê ji aliyê PÇDK’ê, Komeleya Ciwanên Welatparêz a Kurdistan, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistan (RJAK’ê) ve meşek ji bo şermezarkirina êrîşên dijwar ên çeteyên DAIŞ li hember Kantona Kobanî hate lidarxistin. Alên partiyan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şervanên YPG-YPJ’ê yên di berxwedana Kobanê jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin. Bi sedan welatiyên ku beşdarî meşê bûn, dirûşmayên, “Ey parlamena Kurdistanê ka helwesta te ya neteweyî?” “Ey şarî hilmet û qurbanî te çir kir ji bo Kobanî” û “Bergiriya li Kobanî Bergiriya li Silêmaniye ye” ji Siholoka navenda bajarê Silêmaniyê heta ber deriyê avahiya Parlamena Başûrê Kurdistanê meşiyan.
Li ber avahiya parlamentoyê li ser navê girseyê Wehab Ahmed endamê Desteya Rêvebir a PÇDK’ê daxuyanî xwend. Wehab got ku Li Rojhilata Navîn ev demeke çeteyên bi navê DAIŞ bi dijwarî êrîşî herêmên weke Mûsil, Şengal, Mexmûr û gelek navçên din ên herêma Başûrê Kurdistanê dikin, ji aliyê hêzên HPG, YPG, YBŞ û pêşmergeyan ve bi berxwedanek mezin hatine şikandin û paşvexistin.
‘EM BI GELÊ BERXWEDÊR Ê KOBANÊ BAWER IN’
Wehab Ehmed axaftina xwe wiha domand, “Ev demeke ji aliyê çeteyên DAIŞ ve bi dijwarî êrîş li ser Kantona Kobanê tên meşandin, lê belê gelê me yê Kobanê bi berxwedanek gelekî mezin bersiva êrîşên çeteyên DAIŞ dide û xaka xwe diparêze ji lewma ev bêdengiya navneteweyî û herêmî ku li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ li ser gelê me yê Kobanê divê di demeke herî kurt de dawî lê were û alîkariyek bi gelê me yê Kantona Kobanê re were kirin.”
Wehab Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Em bi gelê berxwedêr ê Kobanê bawer in çawa ku êrîşên çeteyên DAIŞ ên destpêkê şikandin wê vê carê jî bişkîne.”
ÊRÎŞ LI HEMBER TEVAYÎ KURDISTANÊ YE
Di çalakiyê de endamên Parlamena Başûrê Kurdistanê Doktor Şêrko û Kak Zana jî li ser navê Parlamentoyê axivîn.
Doktor Şêrko anî ziman ku ew piştgiriyê didin gelê Kobanê û wiha axivî: “Em piştgiriya xwe bi temamî ji bo alîkariya bi Kantona Kobanê re radigihînin, her wiha em wek nivisîngeha Parlamena Kurdistanê bi hemû şêweyê ev sûcên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ ve li beramberî Kantona Kobanê tên kirin bi tundî şermezar dikin.
Doktor Şêrko da xuyakirin ku êrîşa li hember Kobanê li hember tevayî Kurdistanê ye û got, “Ger Kobanê bikeve wê Kerkûk jî bikeve. Em careke din piştevaniya xwe ya ji bo gelê Kobanê tînin ziman û êrîşên çeteyên DAIŞ bi tundî şermezar dikin.”
‘TENÊ BI DAXUYANIYAN NABE’
Piştî axaftina Doktor Şêrko endamê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Kak Zana jî da xuyakirin hem siyasetmedar, rewşenbîr, parlamenter, hikûmeta Kurdistanê û tevahî herêma Kurdistanê divê alîkariyeke fiilî bidin Kobanê, tenê bi daxuyaniyan nabe û wiha axivî: “Me beriya niha jî li parlamenê ji bo bi awayekî fermî naskirina her sê Kantonên Rojavayê Kurdistanê îmze dabûn parlamentoyê û ev derfet çêbûye ku divê parlamena Kurdistanê êdî bi cidî li ser bisekine.”
Kak Zana axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gerîlayên HPG, YPG ji bo parastina xaka Kurdistanê hatine alîkarî dane me û canê xwe ji bo parastina herêma Kurdistanê dane. Lewma pêwîst e di roja îro de heman tiştî pêşmergeyên herêma Kurdistanê bikin. Biçin Kobanî û li gel YPG’ê gelê Kobanê biparêzin. Kurdistan yek parçe ye Kobanê Helepçe ye.”
Meş bi dirûşmayan bi dawî bû.