'Bi sondê zarokên me jahrînî dikin'

'Bi sondê zarokên me jahrînî dikin'

 Di çalakiya "Perwerdehiya Zimanê Zikmakî" ya ku ji aliyê KURDÎ-DER, Egîtîm Sen û rêxistina BDP'ê ya Êlihê de pêk hat, Hevseroka HDP'ê ya Êlihê Vildan Ergul Tîlegî, diyar kir ku hêj ser sibe bi zarokên wan sondxwarinê zarokên wan jahrînî dikin û wiha got: "Em dibêjin êdî bes e. Em perwerdehiya zimanê zikmakî dixwazin" 

Şaxa KURDÎ-DER, Egîtîm Sen û rêxistina BDP'ê ya Êlihê pevpar, bi daxwaza "Perwerdehiya Zimanê Zikmakî li Kolana Hunerê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyêde rêveberên BDP, HDP, KURDÎ-DER, Egîtîm Sen, MEYA-DER, Dayikên Aştiyê û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Komê di çalakiyêde pankarta "Ziman mafekî xwezayî ye bê ziman jiyan nabe qedexekirina perwerdehiya zimanê kurdî çareseriyê nayîne" û "Zimanê kurdî çermê me ye, zimanê biyanî kincê me ye" vekir û dowîzên "Zimanê min rihê min e", "Zimanê min çermê min e" û "Zimanê zikmakî ne min bijartiye" bilind kirin. Rêveberê KURDÎ-DER Zubeyîr Çelîk li qadê dersa Kurdî da û piştre daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê komê Hevseroka HDP'ê ya Êlihê Vîldan Ergul Tilegî daxuyanî da û got: "Hêj ser sibe bi zarokên me sondxwarinê zarokên me jahrînî dikin. Em dibêjin êdî bes e. Em perwerdehiya zimanê zikmakî dixwazin" 

PIŞTÎ DAXUYANIYÊ KOMÊ ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ PÊK ANÎ

Li Navçeya Pertekê ya Dêrsimê jî Nûnertiya Egîtîm Sen'ê bi heman armancê kampanya îmzeyan da destpêkirin. Di kampanya îmzeyan de Rêveberên BDP'ê yên Pertekê, Şaredarê Pertekê Kenan Çetin, rêveberên HDP'ê yên Pertekê jî di navde gelek kesan îmze avêt kampanyayê. Li vir jî heman silogan hatin qêrîn.