Bi suçdariya 'sîxurên Îsraîlê ne' 6 Filistînî hatin kuştin

Bi suçdariya 'sîxurên Îsraîlê ne' 6 Filistînî hatin kuştin

Li bajarê Xazzeyê baskê leşkerî yê Hamasê bi suçdariya bi Îsraîlê re hevkariyê dikin 6 Filistînî înfaz kir. Li gorî agahiyên şahidê bûyerê ku ji ajansa nûçeyan a AFP'ê re axivîn, komek çekdar van kesan mînîbusekî derdixe û wan dide ber guleyan.

Herwiha termê kesekî bi wesayîtekî ve girê didin û bi lêxistina kornayê li taxekî ku dikeve bakûrê Xazzeyê gerahdin.

Roja înê jî endamên baskê çekdar ê Hamasê bi heman sûçdariyan Filistîniyekî dî înfaz kiribûn. Hamas li ser van agahiyan heya niha daxûyaniyek neda, lê belê wezareta karên hindûr ê hikûmeta Xazzayê diyar kiribû ku ev kes hatine binçav kirin.

Li gorî qanûnên Filistînê kesên ku bi hêzên dagirker re hevkariyê dikin, divê bên darvekirin.

Artêşa Îsraîlê ji roja çarşema heftêya borî vê li dijî Şeriya Xazzeyê operasyonên xwe dimeşine. Di operasyona bi hinceta êrişên roketan yên komên Filistînî tê meşandin de, heya niha herî kêm 121 Filistînî jiyana xwe ji dest da.