‘Bi tevlîbûna MGRK’ê re me gavên girîng avêtin’
‘Bi tevlîbûna MGRK’ê re me gavên girîng avêtin’
‘Bi tevlîbûna MGRK’ê re me gavên girîng avêtin’
Endamê buroya Siyasî ya Partiya Yekîtiya Lîbral Ehmed Ece diyar kir ku tevlîbûna partiya wan a di nava Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê(MGRK) gaveke erênî bû û çarçoveya xebatên partiya wan zêde kiriye. Ece bang li hemû partiyan kir ku xwe dibin banê MGRK’ê tevger bikin.
Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Lîbral Ehmed Ece der barê tevlîbûna partiya wan a di nava MGRK’ê de ji ANF’ê re axivî. Ece diyar kir ku bi tevlîbûna wan a di nava MGRK’ê re wan yek ji gavên herî girîng avêtine. Ece destnîşan kir ku di nava MGRK’ê ku bûye wekî çarçoveke hevbeş a di nav hêzên kurd de, bêtir dikarin xebatan bikin û erkê xwe pêk bînin û ev tişt got: ‘‘Di vê demê de pêwîstiya gelê me ji her demê zêdetir bi yekîtiyê heye, li ser vî esasî pêwîste deriyê tevlîbûna partiyan di nava MGRK’ê de vekirîbe.’’
Der barê karên xwe yên di nava MGRK’ê de Ece da zanîn, ku di nava rojên pêş de dê bi awayekî fermî dest bi xebatên xwe yên di nava MGRK’ê de bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: ‘‘ Em wekî Partiya Lîbral, dê di xeta xwe ya siyasî ya xweser de cihê xwe di nava MGRK’ê bigirin.’’
‘XEBATÊN ME ZÊDE BÛN’
Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Lîbral Ehmed Ece da zanîn ku piştî tevlî MGRK’ê bûne xebatên wan zêde bûne û wiha pê de çû: ‘‘Piştî em tevlî MGRK’ê bûne me 2 kongreyên berfireh lidarxistin. Kongreya jinan û ya ciwanan hatin lidarxisin û dê xebatên me di nava hemû sazî û rêxistinên Rojava de cihê xwe bigrin. Xebatkarên me dê di nava Sazî û Rêxistinan de li ser navê Partiyê û wek endamên MGRK’ê tevbigerin.’’
Ece destnîşan kir ku xebatên wan ên di nava MGRK’ê de, wê bandorê li Rojava û hemû Kurdistanê jî bike. Ece êrîşên komên çete yên li dijî Rojava jî bibîr xist û da zanîn ku karên hevbeş dê êrîşan vala derbixin û yekîtiya kurdan biparêzin.
BANGA TEVLÎBÛNÊ
Ece bang li hemû partiyên din jî kir ku pêwîste cihê xwe di nava MGRK’ê de bigrin û wiha dawî li axaftina xwe anî; ‘‘Banga min ji bo hemû partiyan ku di çarçoveya MGRK’ê de cihê xwe bigrin. Bi tevlîbûna nava MGRK’ê re dê xebatên dîplomasî yên kurd li hemû cîhanê zêde bibe û dê bi tevlîbûna civîna Cenevereya 2’an de jî hêza kurdan zêde bike.’’
Partiya Yekitiya Lîbral, piştî civînên li gel Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê re, bi awayekî fermî di 14'ê Îlonê de beşdarî nava MGRK bû.