Li gorî rapora dawî ya saziya bi navê ‘’Open Doors’’ê li cîhaê 100 milyon xirîstiyan di talokeyê de ne. Saziya ku Tirkiye di rêza 31ê ya lîsteya 50 welatên bi taloke de bi cih kirî, da zanîn ku tirk xirîstiyanan wekî ‘’sîxurên dijminan’’ dibînin. Kurdistan jî ji bo xirîstiyanan welatê herî bi ewle ye. Li gorî saziyê pirsgirêka herî mezin a xirîstiyanên ku li Herêma Kurdistana Federe bi cih bûne, nezanîna wan a bi kurdî ye.
‘’Open Doors’’a ku di 1955ê de damezirî, saziyeke sivîl a civakî ya navnetewî ye ku piştgiriyê dide xirîstiyanên ku ji ber sedema baweriya xwe rastî li zextan tên. Sazî salane di biniya gelek serenavan de ku ji zext û pêkutiyên di asta lokal de bigirin heya bi polîtîkayên dewletê yên li dijî xirîstiyanan de nexşeya ‘’deverên bitaloke’’ derdixîne. Saziya ku nexşeya 2011ê derxistî, 50 welata di nav ‘’welatên bitaloke’’ de bi cih kir.
Weke sala bihurî îsal di serê lîsteyê de Koreya Bakur hebû. Di lîsteya ‘’welatên bitaloke’’ de piştî Koreya Bakur, bi dorê ev welat hene: Efganîstan, Erebîstana Siûdî, Somalî, Îran, Maldîvan, Ozbekîstan, Yemen, Îraq, Pakîstan, Erître, Loas, Nîjeryaya Bakur, Morîtanya, Misir, Sûdan, Bhutan, Tirkmenîstan, Vîetnam, Çeçenîstan, Çîn, Qeter, Cezayîr, Komoran, Azerbeycan, Lîbya, Umman, Bruneî, Fas, Kuwêt, Tirkiye, Hindistan, Myanmar
Beriya yek ji roja dînî ya sereke Noelê ya xirîstiyanan di rapora ‘’Open Doors’’ê ya salane de, di derbarê Îran, Tirkiye, Sûriye, Îraq û Kurdistanê de hin agahî bi qutebirî wiha ne:
LI ÎRANÊ DIAYA BI FARISÎ QEDEXE YE
Îrana ku sala bihurî di rêza duyê de bû, îsal kete rêza pêncê de. Lê hê jî li Îranê kêmarên xirîstiyan di bin zext û zordariyê de ne. Di 2005ê de piştî ku mihafezakar hatin ser desthilatdariyê zext li her qada jiyanê didome. Li vî welatê ku xirîstiyanên Ermen û Asûrî lê dijîn, dêr di çavdêriya û şopandina rejîmê de ne. Li îrana ku derketina ji îslamê qedexe ye, xirîstiyan ji hêla rejîma îranê ya şerîatê ve bi cezayên kuştinê têne tirsandin.
LI TIRKIYE WEKE ‘’DIJMIN’’ TÊNE DÎTIN
Komara Tirk li gel ku peymanên navnetewî îmze kiriye jî, bi awayekî wekhev nêzîkî xirîstiyanan nabe. xirîstiyantî ji bo nijetperestiya tirk amanca herî girîng a êrîşê ye. Li vî welatê ku nêzîkî 100 hezar xirîstiyan lê dijîn, wekî ‘’hêzên sîxurên dijmin’’ têne dîtin. Doza 3 xirîstiyanên ku li Meletî hatibûn kuştin jî hê bi dawî nebûye.
Reformên ku hikûmeta AKPê di rêya Yekitiya Ewropa de dayî destpêkirin jî hê nehatin sepanîn, sozên ku ji bo xirîstiyanan hatine dayîn bi cih nehatin. Hikûmet, tenê dêrên Ermen û Yewnana- Ortodoks bi awayekî fermî nas dike. Di nav civakê de xirîstiyan wekî ‘’hêzên sîxur ên dijmin’’ û ‘’xayinên welêt’’ têne dîtin. Bi heman awayî di siyaset û çapemeniyê de li dijî xirîstiyanan gotinên kîndar û nîjatperestî hene.
Destûra avakirina dêran nîne. Vekirina dibistanên dînî û dayina semîneran qedexe ye. xirîstiyanên ku di saziyên dewletê de dijîn, ji ber dînê xwe di biniya zextê de dimînin. Bi heman sedemên dikarin ji kar werin avêtin. Ên ku tevlî dêrê û cemeatên dibin ji ber hênceta ‘’em wan diparêzin û nahêlin tişt bi canê wan be’’ ji hêla polês- îstîhbarê ve ji nêz ve têne şopandin. Ên ku diçine dêrê hem ji hêla polêsan ve û hem jî ji hêla nîjatperestan ve têne tacîzkirin.
LI SÛRÎ REWŞ BER BI TALOKEYÊ VE DIÇE!
Li Rojhilata-navîn piştî Misrê bi 1.9 milyonî cihê ku herî pir xirîstiyan lê dijîn, li Sûrî ji bo xirîstiyanan rewş ber bi talokeyê ve diçe. Di protesto û bûyerên tundiyê de ku li dijî rejîma Esad dest pê kirin, êdî xirîstiyan dibine hedef. Loma komên îslamiyên radîkal ên muxalîf, xirîstiyanan weke piştgirên Esad dibînin. Di nav welatên ereb de, li Sûriyeya ku heya niha xirîstiyanan bi awayekî azad dikarîbûn lê bijîn, bi şerekî navxweyî rewş dikare berovajî jî bibe.
REVA HERÎ MEZIN JI ÎRAQÊ YE
Îraq bi dîroka 2 hezar salî xakên herî kevn ê xirîstiyanan e. Di destpêka salên 1990î de li Îraqa ku ji 1 milyonî zêdetir xirîstiyan lê dijiyan, di 2003yê de dakete 550 hezar î. Ji şerê Îraqê , di nav koman de, koma xirîstiyanan herî kete bin bandora şer de û ji nîviyên wan bêhtir ji vî welatî dereke bûn. 300 hezar xirîstiyanên ku mayin jî bi vê tirsên dijîn.
NEZANÎNA BI KURDÎ PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN E
Herêma Kurdistanê jî ji bo xirîstiyanên ku reviyane tekan cihê ewle ye. Di nav sînorên Herêma Kurdistana Federe de tê texmîn kirin ku nêzîkî 160 hezar xirîstiyan dijîn. Li van xakan jixwe ji 4 hezar salan ve Asûrî û Keldanî dijîn. Li Herêma Kurdistanê, tekana êrîşa li ser xirîstiyanan sala bihurî, ji hêla hin komên îslamî yên radîkal ve pêk hatibû ku cihên kar ên xirîstiyanan şewitandibûn.
xirîstiyanên ku xwe li Herêma Kurdistanê girtin, li vir bi cih bûn û ketine kêferata avakirina jiyaneke nû de. Pirsgirêka wan a herî mezin jî ew e ku perwerdehiya wan meslekî û dîplomayên wan li wir nayên nasîn û bi kurdî nizanin. Loma zimanê fermî yên Kurdistanê kurdî ye û xirîstiyanên ku xwe li vir girtin ji bilî zimanê xwe tenê bi erebî dizanin.