Bi zanebûn înfaz kirin
Bi zanebûn înfaz kirin
Bi zanebûn înfaz kirin
Li navçeya Colemêrg Geverê, birînên guleyan ên li ser cesedên du Kurdên duh ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin nîşan didin ku bi zanebûn hatine înfazkirin. Nêzîkatiya Walîtiyê ku hewl dide qetilkirina du dikandarên Geverê Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr weke pevçûnê nîşan bide jî, rastî nerazîbûneke mezin tê.
Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê, piştî qetilkirina Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr, bi şahidên bûyerê û yên Îşbîlîran nas dikin re hevdîtin kir. Şahidên bûyerê yên ji ajansê re axivîn diyar kirin ku Îşbîlîr dikarinên li Geverê tên naskirin e û nerazîbûn nîşan dan ku hewl tê dayîn weke PKK'yiyên ketine pevçûnan tê nîşandan.
Girseya ku rûxandina gorên gerîlayên HPG'ê li Geverê duh şermezar kir, rastî mudaxaleya polîsan a bi çekdarî hat. Li Geverê Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr bi gulleya polîsên tîmên taybet jiyana xwe ji dest dan. Reşît û Veysel ap û birazî bûn.
Li gel ku Waliyê Colemêrgê got "şerê çekdarî pêk hat" jî wêne nîşan dide ku Reşit ji sînga xwe bi guleyê û Veysel jî ji serê xwe bi guleyê hatin kuştin. Wêne û şahidên bûyerê rastiya bûyerê nîşan dide û daxuyaniya çapemeniya tirk û Waliye Colemêrgê diderewîne. Rastiya din jî Mehmet Reşit Îşbîlîr li Sîteya Sanayiyê di atolyeya hedadiyê de endamê Odeya Sinhedkarên û Esnafan bû.
Hevalê Îşbîlîr Mehmet Aksin anî ziman ku Reşît li Geverê xwedî kar û kargeh e û gelek tê nasîn û wiha got: "Reşît bi taybeti ji aliyê polîs û leşkeran ve baş tê nasîn. Ji ber ku Reşit hesin biribû Qereqola Perihanê ya Bajirgehê. Dîsa deriyê Midûriyeta Polîsan a Geverê çêkiribû. Veysel Îşbîlîr jî tamîrkarê maşîneyan e."
Şagirtê Reşît Îşbîlîr Dîyar Îşbîlîr jî anî ziman ku wan duh bi hev re malzeme anîn dikanê û saet di 15.00'an de biraziyê wî Veysel Îşbîlîr bi cilên xwe yên kar ji dikanê derketin. Diyar Îşbilir, anî ziman ku piştî ji dikanê derketin saetek şûnde agahiya mirina wan bihîstin. Diyar da zanîn ku piştî agahiya mirina Reşit Îşbilir bi sedan welatî çûn herikîn ber mala wan a li taxa Esentepeyê. Xizman jî anîn ziman ku Reşit Îşbîlîr bavê 4 zarokan bû û Veysel Îşbîlîr jî bavê 2 zarokan bûn.m
Wêneyên ku di morgê de hatin kişandin jî nîşan dan ku Reşît û Veysel Îşbîlîr hatine înfazkirin. Her çend Waliyê Colemêrgê Necmettîn Kalkan got "PKK'iyan gule berdan polîsan û di navbera wan de şer derket" jî wêne û şahit aşkera dikin ku Reşît û Veysel raste rast hatine înfazkirin.
Li aliyê din girseya ku li ber Nexweşxaneya Dewletê li cenazeyan xwedî derketin rastî mudaxaleya polîsan a bi bombeyên gazê hatin. Polîsan li vir jî dîsa bi çekên lûledirêj gule avêtin hewa. Polîsên ku cenaze bi zorê ji destê welatiyan girtin cenaze birin qadek din. Li ser israra gel dîsa cenaze dan gel û girsê cenaze bir morgê. Şaredarê Geverê Ercan Bora, rêveberên BDP'ê, malbat û hevalên wan bi du ambulansan cenaze wergirtin û ji bo otopsiyê cenaze birin Nexweşxaneya Lekolîn û Perwerdehiyê ya Wanê.
Piştî cenaze birin Wanê li ser navê Girê Hevserokê BDP'ê yê Colemêrgê Rahmi Kurt, anî ziman ku wan û MEYADER'ê xwest li dijî rûxandina gorên gerîlayên PKK'ê çalakiye pêk bînin û di encama mudaxaleya polîsan de bi hedef û armanca 2 hevalên wan hatine kuştin.
Têkildarî mijarê qeymeqamê Geverê Yasin Tikdag jî bersîv nedan pirsan.
Li bendê ye ku îro Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş beşdarî merasima cenaze bibe û cenaze bi girseyî bê definkirin.
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di çalakliyeke li Stenbolê axivî û têkildarî kuştina 2 welatiyên sivîl ên li Geverê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin diyar kir ku ew niha meraq dike ku hikûmet ji bo vê kuştinê helwestek çawa nîşan bide.
Demirtaş, anî ziman ku hikûmeta heta çend roj berê peyamên aştiyê dida niha dê çi bersivê bide. Demîrtaş, da zanîn ku dayik bi kesên bi emrê we peyvirê dikin hêsir ji çavê wan tên barandin û wiha got: "Ger ku hûn di peyama aştiyê de samîmî bin, Hûnê ji bo kuştina Geverê çi bersivê bidin. Medya tirk jî wekî her demê bi çavkorî diçe ser bûyerê û bêyî lêpirsîn û lêkolîn bike bûyerê nîşan dide û rastiyê vedişêre."