Bidehan endamên komên çete li Rihayê rakirin nexweşxaneyan!
Bidehan endamên komên çete li Rihayê rakirin nexweşxaneyan!
Bidehan endamên komên çete li Rihayê rakirin nexweşxaneyan!
2 welatiyên li Serêkaniyê birîndarbûn û li Serêkaniya serxetê jiyana xwe ji dest dan, ji bo cenazeyê wan derbazî Rojava bikin, cenaze derxistin rê. Hate diyarkirin ku, 2 jê giran 3 Kurdên ku destûr nedan derbazî Serêkaniya serxetê bibin, lê bi dehan endamên komên çete ên di heman pevçûnê de birîndarbûn li nexweşxaneyên cûda ên Rihayê hatin bicih kirin.
Komên çete Eniya El Nesra şeva din êrîşî gundên Cafa û Nedas ên Kurdan ên ser bi Serêkaniyê ve û her wiha li ser sinorê Tirkiye-Rojava kiribûn. Pevçûnan heya îro jî dewam kir. Di pevçûnan de 3 welatiyên Kurd ên binavê Mîthat Zayît û Azad ê paşnavê wî nehate zanîn, li Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniya serxetê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî cenazeyên welatiyên Rojava ji morgê ji aliyê xizm û BDP’iyan ve hatin wergirtin, çav lê bû cenazeyan îşev ji sinorê Deriyê Şenyûrtê derbazî Rojava bikin, hate hînbûn ku ger destûr nedin dê heta sibê bimîne.
Li gundên Cafa û Nedas pevçûnên dijwar didomin, hate diyarkirin ku, ji ber pevçûnan 2 jê giran 3 sivîlên Kurd ên birîndarbûn, ji ber pevçûnan nebirine Qamişloyê û li rexmî hemû mudaxeleyan negirtine Serêkaniya serxetê. Hate hînbûn ku, birîndar hêjan li Serêkaniya binxetê têne ragirtin. Hate ragihandin ku, bi dehan endamên komên çete ên El Nesra li Deriyê Sinor yê Akçakaleyê derbazî Tirkiyeyê kirine.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, di pevçûnên bidirêjahiya rojê berdewam kirin de bi dehan endamên komên çete li Nexweşxaneya Dewletê ya Akçakaleyê mudaxeleya destpêkê hatiye kirin û ji wir jî birine Nexweşxaneya Dewletê ya Balikli Gol û Mehmet Akîf Înan ya Rihayê. Hate diyarkirin li Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmet Akîf Înan heya niha 5 kes mirine. Hate diyarkirin ku, li beşa Çavdêriyê ya Nexweşxaneya Balikli Golê cih nemaye. Weke din jî hate ragihandin ku, endamek yê komên çete ku piraniya laşê wî şewitiye anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Akçakaleyê û ji wir jî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmet Akîf Înan, ji wir jî sewqî Fakulteya Tibê ya Turgut Ozal ya Meletiyê kirin.