Bidehan kes tevlî YPG’ê bûn
Bidehan kes tevlî YPG’ê bûn
Bidehan kes tevlî YPG’ê bûn
Li navçeya Cindrêris aEfrînê û Qamişlo bi dehan kes tevlî nava refên YPG'ê bûn.
Piştî ku rêxistinên Rojavayê Kurdistanê û Yekîneyên Parstina Gel (YPG) li dijî êrîşên li ser herêmê banga seferberiyê kirin, tevlîbûna nava refên YPG’ê jî zêde dibin. Li navçeya Cindrêsê a Efrînê bi dehan kes tevlî nava refên YPG'ê bûn. Li gundê Cilmê yê girêdayî navçeyê jî 70 ciwan tevlî nava refên YPG'ê bûn. Li gundê Kefer Sefrê jî jiber ku piraniya ciwanan koçber bûne kalên gund yên ku temenê wan 50 ta 60 salî ne tevlî nava refên YPG'ê bûn.
Li bajarê Qamişlo jî piştî banga seferberiyê 15 endamên Yekîtiya Veguhestinê tevlî nava refên YPG'ê bûn.