'Bihara kurdan'- Amed Dîcle
'Bihara kurdan'- Amed Dîcle
'Bihara kurdan'- Amed Dîcle
Sedsala borî li ser înkar û hewldanên qirkirina kurdan hatibû dîzaynkirin. Ji bo kurdan sedsaleke bi êş û wêran bû. Rewşa kurdan û Kurdistanê birîna herî mezin a Rojhilata Navîn e û ev birîn hemû gel û mirovên li vê herêmê bi awayekî diêşîne. Ji ber çarparçebûna kurdistanê kurd bi çar dewletên cude re têdikoşin. Welatên dagirker jî ji bo parastina statuya xwe bi hevdu re hevkarî kirin. Lê piştî salên dirêj û têkoşîna bêhempa ev dîrok tê guhertin. Ne ku îro dest pê kir, ev pêvajo 20-30 sal e dewam dike.
Rewşa Iraqê û başûrê Kurdistanê tê zanîn. Îran ne xwedî pêşerojek ronî ye. Sûriye li ber têkçûnê ye ji aliyê teorîk ve nemaye. Tirkiye. Ango astengiya herî mezin a li pêşiya kurdan dewleta tirk.
Ev dewlet li hemberî têkoşîna dehan salan a kurdan bi awayekî xwe parast. Lê nekaribû kurdan têk bibe. Di vê têkoşîna 30-40 salên dawî de jî darbeya herî mezin bi dîlgirtina birêz Ocalan li kurdan xistin. Armanca wan bi dîlgirtina Ocalan tunekirina têkoşînê bû.
Lê bi ser neket. Ji ber vê sedemê di çend salên dawî de dest bi hevdîtinan kirin. Di nav 2 salên dawî de, konsepteke din xistin dewreyê, tecrîd pêk hatin, êrîş kirin lê di roja îro de em dibînin ku hêza Ocalan jî û ya tevgera azadiyê jî zêde bûye.
Ji ber vê sedemê dîsa dest bi hevdîtinan kirin û niha her kes vê mijarê dinirxîne û wê were nirxandin û her kes dibêje ber bi ku ve diçe?
1- Konsepta li hundir a dewleta tirk bi ser neket têk çû. Dewletê dît ku ev konsepta wan jî ne riya aqil e.
2-Hevkariya dewleta tirk a bi welatên derdorê re xira bû. Deriyê Sûriyeyê li wan hat girtin, ew û Îran êdî ne bi hev re ne. Li Iraqê ji ber mijara Îranê têkiliya wan û hikûmeta Bexdayê nemaye. Niha tenê bi hikûmeta başûr ango PDK’ê re hevkariya wan maye. (divê neyê jibîrkirin ku 10 sal berê li dijî statuya nû ya başûr her tişt kirin)
3- Ya herî girîng jî ev e; paradîgmaya dewleta tirk a ku xwe dispêre înkar û îmhayê êdî têk çûye û ev felsefe êdî li her deverê cîhanê şikiya ye, demode bûye.
Rewşa dewletê wiha ye. Baş e rewşa Ocalan û tevgera kurdan?
1-Li hemberî hemû êrîşên dewletê kurdan di nava 2 salên dawî de hêza xwe mezintir kirin.
2- Guhertinên li Rojhilata Navîn baş dîtin û pozîsyon girtin. Li Sûriyeyê bûn xwedî hêzeka stratejîk û diyarker.
3- Di rewşeke ku Rojhilata Navîn tê guhertin de sekna xwe ya serbixwe dewam kirin û nebûn aliyekî hêzên din.
4- Ocalan niha li çar welatên sereke yên Rojhilata Navîn ji aliyê milyonan ve wekî rêber tê dîtin û hêza mezin a kurdan bi wî re ye. Bi gotineke din, mifeya herêma Rojhilata Navîn ketiye destên Ocalan.
Baş e di rewşeke wiha de dewlet li deriyê Ocalan nede wekî din dikare çi bike?
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di vê qonaxa dîrokî ya guhertina Rojhilata Navîn de, dixwaze bi pêngav û rêbazên nû têbikoşe.
-Azadiya Welat