Tê payîn ku li DYA’yê di sala bê de bihayê xurekan ji sedî 3 an jî 4 zêde bibin. Pispor vê yekê bi karesatên dijwar ên lehiyên yên di van 50 salên dawiyê ve girêdidin. Ev rewş ne tenê li DYA’yê, li Rûsyayê jî zêde cûda nîne. Lewre Rûsya û DYA di cîhanê de di warê çandina dexil û danan de di rêzên yekem de ne.
Li gorî pêşbîniyên dawî yên Wezareta Çandiniyê y a DYA’yê, ji ber şert û mercên hewaya zuha bihayê xwarinên ajalan zêde bûye û ev yek jî dibe sedema bihabûna şîr û berhmeên wê jî zêde bûye.
Hefteya borî bihayê genim şamîn, fasûle û dexlên din zêde bûn. Tişta ku herî zêde bi biha bû goşt û mirîşk e. Tê diyarkirin ku dê di nava salê de êdî zêdebûna bihayê berhemên xurekê (dexl û dan) xwe bidin der.
Li DYA’yê ji ber bandora zêde ya zûhanbûna herî xirab a van 24 salên dawiyê, ji dexil bigire heta goşt, bihayê gelek berheman zêde bû. Li Rûsyayê ji ber guhertina şert û mercên demsalê, dibe ku rêjeya hilberîna dexil kêm bibe.
Rûsya û DYA hema bêje ji sedî 20’ê dexilê cîhanê pêk tînin. Her du welat jî bi rêjeyeke zêde dexil hinaredeyê (îxracat) derve dikin. Rayedarên Bankaya Cîhanê ragihandin ku dibe krîzên dexil ên li van her du welatan li hemû welatên din ên cîhanê bandor bike.
Zûhabûna li DYA’yê û kêmbûna dexilên li Rûsyayê, bandor li bihayê genim yê li Rûsyayê kir. Li gorî pisporan ger ev yek wiha berdewam bike, dê bandorê li bihayê genim yê li gelemperiya cîhanê jî bike. Li DYA’yê zûhabûn ne tenê bandor li genim kir, li dexilên weke genimê şamîn, fasulye û ceh jî dike. Sedema zêdebûna genim Rûsyayê bi bihabûna genimê şamîn ê DYA’yê ve tê girêdan.
Li gorî daneyên Estîtuya Lêkolîna Çandiniyê, tonek genimê ku ji rêza çaremîn di hefteyek berê de nedigihişt 260 dolarî, lê di vê hefteyê de gihişt 278 dolarî. Rêveberê Enstîtuyê Dmîriy Rilko diyar kir ku dibe di hefteya pêş de 10-20 dolar li bihayê genim zêde bibe. Lê bi awayeke asayî bihayê genim di carekê de ewqas zêde nabe.
Pispor dibêjin ku divê di demek zû de zêdebûna bihayê genim zêde neyê dramatîzekirin û diyar dikin ku bihayê genim mîna salên 2007-2008’ê zêde nabin. Di van salan de zûhabûna li welatên genim û dexil hildiberînin, bibû sedema krîza li cîhanê.
Rûsya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Kaneda, Qezexîstan, Awistralya, Frense mezintirîn welatên cîhanê yên çandina berhemên dexil in.