Bihayê petrolê zêde dibin

Bihayê petrolê zêde dibin

Gumana pevçûna di navbera Îran û Îsraîlê de di qada navneteweyî de bû sedema bilindbûna bihayên petrolê. Bi vî awayî bihayê serê her varêlek ê petrolê 2,16 dolar zêde bû.

Piştî ku rojnameyên Îsraîlê ragihandin ku dibe Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu ji bo lêxistina binkeyên nukleerî yên Îranê ferman bide, li seranserê cîhanê bihayê petrolê zêde bû. Ger pevçûneke wiha biqewime, dê Tengava Hurmuz a ku ji sedî 40’ê petrola cîhanê têre derbas dibe, were girtin. Vê gumanê hişt ku bihayê petrolê zêde bibin.

Pisporan dan zanîn sedemek din a bihabûna petrolê jî ew e ku hilberîna petrolê ya li Deryaya Bakûr kêm e.