Bijartî li dijî 'dîwarê şermê' meşiyan

Bijartî li dijî 'dîwarê şermê' meşiyan

Nûnerên gel ên BDP'yî, li dijî 'dîwarê şermê' yê hikûmeta AKP dixwaze di navbera Nisêbîn û Qamişlo de lê bike, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ewê destûrê nedin 'dîwarê şermê' û ji bo meşa girseyî ya roja Yekşemê banga beşdariyê hat kirin.

Girseya gel a di nav de Parlamenterê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora, Endamê Meclîsa Timî ya KCD'ê Osman Ozçelîk, Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, endamên meclîsa şaredariyê, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Reşat Kaymaz, Serokê Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê Arîf Tûrgay jî di nav de bû, li ber Navenda Çandê ya Mîtannî li hev kom bû û ber bi sînorê Nisêbîn-Qamişlo ku lê 'dîwarê şermê' tê lêkirin, meşiya.

Girseya gel pankarta bi nivîsa "Dîwarê şermê wê bibe sembola dijminahiya li hemberî Kurdan, Em rê nadin dîwarê şermê", "Kurd dîwaran bikin toz" û "Rahêjin dîwarên xwe biçin" vekir. Girseyê dirûşmên "Nisêbîn-Qamişlo yek ax e", "Ser xet bin xet Kurdistan" qîriya.

EM NE SÎNOR JÎ DÎWAR NAXWAZIN

Li gel dorpêçî û hewldanên astengkirinê yên polîsan jî girseya gel xwe gihand ser sînor û Serokê Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Reşat Kaymaz li vir daxuyanî da. Kaymaz diyar kir ku ewê rê nedin dîwar û got, "Em hikûmeta AKP'ê hişyar dikin, bang dikin ku dest ji van polîtîkayên xwe yên qirêj berde. Çêkirina dîwar, gaveke ji bo jiholêrakirina 'pêvajoya çareserî û diyalogê' ye. Berdêla wê çi dibe bila bibe gelê Kurd wê li dijî vî 'dîwarê şermê' li ber xwe bide."

Kaymaz ragihand ku ew li Kurdistanê ne sînor ne jî dîwar naxwazin û got, "Qamişlo-Nisêbîn, her çar perçeyên Kurdistanê ji bo me bi heman rengî ne. Kurdistan yek perçe ye, hemû gelên li Kurdistanê dijîn, Kurdistanî ne."

ROJA YEKŞEMÊ MEŞA GIRSEYÎ

Kaymaz bang li gelê Nisêbînê kir ku li dijî dîwar raweste û anî ziman ku ewê di rojên pêş de çalakiyên girseyî lidar bixin. Kaymaz ragihand ku çalakiya destpêkê wê di 20'ê Cotmehê roja Yekşemê de pêk were û got, "Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku roja Yekşemê saet di 14:00 de beşdarî meşê bibe."

Dûre Parlamenterê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora mafê axaftinê wergirt û bal kişand ser astengiyên polîsan ên li pêşberiya daxuyaniya çapemeniyê û got, "Mafê kesî nîne ku mafê gelan ên çalakiyên demokratîk, bi van rê û rêbazan asteng bike."

EM VAN SÎNORAN NAS NAKIN

Dora da xuyakirin ku di rewşeke ku pêvajoya çareseriyê ji gelan ewçend piştgirî wergirtiye de, afirandina atmosfereke bêbaweriyê ya li nava mirovan, dê zirarê bide pêvajoyê û xwest, çêkirina dîwar tavilê bê rawestandin.

Endamê Meclîsa Timî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Osman Ozçelîk jî li hemberî anonsên jenderme û polîsan ên digotin, "Ev qad qada leşkerî ye. Qadeke mayinkirî ye. Qedexeye hûn li hev kom bibin" nerazîbûn nîşan da û got, "Di nava du bajarên Kurdistanê herêmeke leşkerî û qedexe ava kirine. Em van qadan nas nakin. Em van sînoran nas nakin."

Piştî daxuyaniyê girseya gel li dijî 'dîwarê şermê' dîwarê mirovahiyê ava kir. Dûre bi awayekî sembolîk kevir avêtin dîwêr û çalakî bi dawî bû.