‘Bila deriyên diçin Efrîn û Kobaniyê jî bên vekirin’
‘Bila deriyên diçin Efrîn û Kobaniyê jî bên vekirin’
‘Bila deriyên diçin Efrîn û Kobaniyê jî bên vekirin’
Platforma Piştgiriya bi Kurdistana Sûriyeyê re li Herêma Başûrê Kurdistanê bi Desteya Bilind a Kurd re hatin cem hev. Platfromê diyar kir ku, konseyê ji wan re got alîkarî gihiştin Qamişloyê yê negihiştine herêma Efrîn û Kobaniyê û wiha got: "Ji me re gotin heke deriyên sînor ên nêzî herêma Efrîn û Kobaniyê alîkarê bên şandin dê gelek baş be. Ji ber vê yekê em bang li hikûmetê dikin ku helwesta nîşanî deriyê sînor ê Qamişlo dayîn, nîşanî herêma Efrînê jî bide û gelê me bi hêz tevlî kampanyaya alîkariyê bibe."
Platforma Piştgiriya bi Kurdistana Sûriyeyê re ya di bin pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatî avakirin bi heyetekê di 11-13'ê sibatê de Herêma Başûrê Kurdistanê ziyaret kir û gelek hevdîtinê pêk anîn. Heyetê têkildarî ziyaretê li avahiya Rêxistina Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) daxuyanî dan çapameniyê. Endamê Meclîsa Daîmî ya KCD'ê Seydî Firat, Endamê Meclîsa BDP'ê Haluk Katar, Alîkarê Serokê Giştî yê OSP'ê Azîz Mahmut Ak, Serokê Giştî yê DDKD'ê Îmam Taşçier, Serokê Rêxistina KADEP'ê yê Amedê Civanroj Ceyhan, Nûnerê Înîsiyatîfa Azadî Sidki Zîlan û Nûnerê Koma Diyalogê ya Dîcle Firatê Muhîttîn Batmanli tevlî civîna çapemeniyê bûn. Di civînê de Civanroj Ceyhan destpêkê axivî û diyar kir ku, di hevdîtinên kirin de ji bo kurdên Rojava dê çawa bibin alîkar anîn ziman. Ceyhan anî ziman ku hikûmeta AKP'ê çawa ji bo deriyên sînor ê Nisêbînê baldar bû divê ji bo herêmên din jî wisa bibe.
BILA DERIYÊN SÎNOR ÊN DIN JÎ BÊN VEKIRIN
Alîkarê Serokê Giştî yê OSP'ê Azîz Mahmut Ak jî diyar kir ku, heyetê bi Destaya Bilind a Kurd ya ku nûnertiya vîna kurdên Rojava dike, rêxistinên sivîl ên civakî yên Herêma Başûrê Kurdistanê û Yekîtiya Parlementerên Kurdistanê re hevdîtin pêk anîn. Ak da zanîn ku, di hevdîtinan de têkildarî kampanyaya alîkariyê de agahî girtin û wiha got: "Me jî hem xebatên xwe vegotin û hem jî me bal kişand ser alîkariyên wan û berdewamiya alîkariyan. Dîsa ji bo hemû kes xwedî li Kurdistana Sûriyeyê derbikeve anî ziman. Nûnerê Desteya Bilind a Rojava têkildarî herêmê de ji me re agahî dan û pirsgirêkên tên jiyên vegotin. Ji me re gotin hewcehiya herêmê ji alîkariyên aborî û manewî hene. Xebatên me watedar dîtin lê anîn ziman dereng pêk hatin."
Ak da zanîn ku, konseyê ji wan re got, alîkarî gihiştine Qamişloyê lê hêj negihiştine herêma Efrîn û Kobaniyê û wiha axivî: "Heke alîkarî ji deriyên sînor ên nêzî wê herêmê bên dê gelek baş bibe. Trajediya mirovahiyê ya li herêmê hatiye asta gelek krîtîk." Ak bilêv kir ku, divê alîkarî hêj zêde bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber vê yekê em bang li hikûmetê dikin ku helwesta nîşanî deriyê sînor ê Qamişlo dayîn, nîşanî herêma Efrînê jî bide û gelê me bi hêz tevlî kampanyaya alîkariyê bibe."
Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê Seydî Firat jî diyar kir ku, alîkarî li hemû bajarên partî û saziyên di nav platformê de cih digirin tên komkirin ji bo vê yekê komîsyon avakirin û dê alîkarî bi wan komîsyonan rêbikin Nisêbînê. Firat anî ziman ku, alîkarî jî dê ji Nisêbînê hefteyê 4 rojan bişînin Qamişloyê. Firat da zanîn ku, hêj alîkarî neşandin dê bi Şaredariya Nisêbînê re têkiliyê danîn ji bo amadekarî bên kirin divê 2 roj berê agahî bê dayîn. Firat bilêv kir ku, hewcehî bi derman, mamaya zarokan, bezên zarokan, zexîre û çilan heye.