‘Bila hêviyên aştiyê tune nebin’
‘Bila hêviyên aştiyê tune nebin’
‘Bila hêviyên aştiyê tune nebin’
Kurdên ku piştî hevdîtina di navbera Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan û dewleta Rirk de hatin destpêkirin kudan pêvajo nirxand û daxwaz dikin ku ev hêviya di nava gelan de şîn bûye bila vala dernekeve. Welatiyê bi navê Erkan Uludag diyar kir ku, gelê Kurd di seranserê dîrokê de her tim li dijî qirkirina têkoşiyaye û heta îro hatiye û wiha got: “Divê her du alî jî peywira dikeve ser milê wan bîne cih. Êdî bese bi salanin dayik û bav digirin. Ger ev hêviya dane gel bişikê dê encamên wê giran bin.
Der barê pêvajoya çareseriyê de gelê Kurd ji ANF’ê re axivîn û diyar kirin ku, Newaroza ku îsal bi şîara ‘Ji Ocalan re azadî û statû’ tê pîroz kirin dê gelê Kurd careke din peyama aştiyê bide.
Bi destpêkirina hevdîtinên di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de hêviyên gel jî çê bûn. Kurdên ku pêvajo nirxandin serokwezîrê tirk Recep Tayyîp Erdogan samîmîn nabînin.
BILA HÊVIYÊN AŞTIYÊ VALA DERNEKEVIN
Welatiyê bi navê Erkan Uludag diyar kir ku gelê Kurd her tim din ava hewldanên ku hebûna xwe biparêzin de bû û wihagot: “Hevdîtinên di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de dest pê kirine gelek girîngin. Ger gotinên aştiyê yên dewleta Tirk samîmî bin divê pêngavên şênber bavêjin û hêviya gel tune nekin. Ez kê bawer bim? Em bi Ocalan bawerin. Niha jî em dixwazin bi Erdogan bawer bin. ji ber ku hêvî da gel. Divê vala dernekeve. Her du alî jî divê peywira dikeve ser milê wan bînin cih. Êdî bese. Dayik û bav pir giriyan. Ger Tirkiye dixwze li Ewropayê bi hêz be divê Tirk û Kurd bibin yek. Ger ketin riyekê divê heta dawiyê biçin.
Uludag got, ger kesên ku mudaxaleyê vê pêvajoyê nekin, tuneba dê pirsgirêk tunebûya û got: “Gelê Kurd jî û Tirk jî bo aştiyê amade ne. Hêviya me eve ku ev Newroz aştiyê bîne.”
DI NAVBERA GELAN DE ŞER TUNE
Welatiyê bi navê Emrah Şînda jî balkişand ser pêngavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Ez bi Ocalan bawerim. Ji ber ku pir zelal tê dîtin ku ji nêzîkatiyên klasîk wêdetir perspektîfeke bi hêz derxistiye holê. Niha her du alî dibînin ku bi çekan çareserî nabe. Gelê Kurd her tim aştî xwestiye. Gelê Kurd bi gelê Tirk re ne din ava pevçûnê d e ye. Lê komên nîjadperest bi kurdan re ji bo aştiyê ne amade ne.
Şînda da zanîn ku, Newroza 2013’an a bi şîara ‘Ji bo Ocalan re azadî ji kurdan re statû’ dê bibe destpêka pêvajoyeke dîrokî û got, dê ev Newroz ji salêndin cudatir be û dê peyama aştiyê bidin gelê Tirk.
EM AZADÎ Û AŞTIYÊ DIXWAZIN
Jina bi navê Hasîbe Uludag jî diyar kir ku, ew gotinên Erdogan samîmî nabîne û ji bo aştiyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bawerin û got: “Em bi Ocalan bawerin. Ji ber ku daxwazên me hemanin. Em aştî û azadiyê dixwazin. Ocalan tiştekî şaş nekir. Ger tiştekî şaş kiriba dê evqas mirov ne li pişta wî ba na. Leşker jî zarokê me ne, gerîla jî. 4 kurê min leşkerî kir. Dê yekê din jî bike. Kurd û Tirk birane.”