Bilançoya 52 rojan: 20 gund hatin rizgarkirin YPG nêzî Til Koç bû
Bilançoya 52 rojan: 20 gund hatin rizgarkirin YPG nêzî Til Koç bû
Bilançoya 52 rojan: 20 gund hatin rizgarkirin YPG nêzî Til Koç bû
Li herêma Girkê Legê, Çilaxa û Koçerat ên Rojavayê Kurdistanê, di şerên 52 rojan ku bi êrîşên komên çekdar destpê kiribûn û hîn didomin de, hêzên YPG’ê 20 gund rizgar kirin û 11 navendên komên çekdar bidest xistin. Hêzên YPG her wiha ev hefteyeke bi “operasyona şoreşgerî" re xwe nêzî bajaroka Til Koçer a li ser sînorê Iraqê kirine.
Piştî ku komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nusra di 16’ê Tîrmehê de êrîşî herêmên Rojavayê Kurdistanê kirin û hêzên YPG’ê bersiv da ev 52 rojin şer û pevçûn dom dikin. Yek ji herêmên ku şerên herî dijwar lê diqewimîn jî herêma başûrê Girkê Legê, Çilaxa û başûrê Koçeratan e.
Di şerên 52 rojên bihurî de hêzên YPG’ê gundê Sukeriyat a ku 17 kîlometreyan dikeve rojhilatê Girkê Legê, gundên Rimêla Şêx, Rêmala Başa yê 10 kîlometre li başûrê Girkê Legê ye, gundên Sefa, Mizêrta yên ku 11 kîlomtreyan dikevin rojavayê Çilaxa, gundên Şemam, Memo, Baqila Mezin, Baqila Biçûk, Sefa yên ku nêzî 16 kîlometreyan dikevin başûrê Çilaxa, gundên Xerab Bajar, Til Elo ya Mezin, Til Elo Xemir ên 20 kîlometre dikevin başûrê Çilaxa rizgar kirin. Her wiha benda kontrolê ya Tehûnê ya li ser riya navnetewî hate rizgarkirin.
Li herêma Koçeratan jî hêzên YPG’ê di vê demê gundê Siwêdiya Ereban, Depoyên Neftê yên 17. û 20. ên li başûr-rojavayê Koçeratan rizgar kirin. Di encama van pevçûnan de gelek çekdar hatin kuştin û gelek çek û cebilxane jî ji aliyê YPG'ê ve hatin desteserkirin.
OPERASYONA ŞOREŞGERÎ
Hêzên YPG’ê piştî ku êrîşên komên çekdar şikandin, vê carê jî seferberî îlan kirin û destnîşan kirin ku ew derbasî asta parastina aktîf bûne. YPG’ê di vê çarçoveyê de di bin navê “Opersyona Şoreşgerî ya Şehîd Çekjîn” de li herêmê operasyonên paqijkirina komên çekdar da destpêkirin. Bi destpêkirina van operasyonan re ku hate gotin heta komên çekdar hemû ji herêmê têne paqijkirin wê dom bike, hêzên YPG’ê li herêma başûrê Koçerat 2 çalakiyên bi bandor lidar xistin û di encamê de gundên Mişêfre, Xedean û Xiwêtle ku wek 3 bargehên sereke yên komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq/Şamê dihat bikaranîn rizgar kirin.
YPG NÊZÎ SÎNORÊ TIL KOÇER BÛ
Her wiha hêzên YPG’ê di van çalakiyan de baregeha Siriyê ku wekî bargeha sereke ya Dewleta Îslamî ya Iraq/Şam’ê dihat bikaranîn û li ser sînorê Iraqê ye rizgar kir û gelek cebilxane û çek desteser kirin. Bi vê çalakiyê re navendek girîng a komên Dewleta Îslamî ya Iraq-Şam/Cebhet El-Nusra ku hemû êrîşên xwe li vir organîze dikirin û 5 kîlometre dikeve bakûrê Til Koçer hate bidestxistin. Bi van çalakiyan re hêzên YPG’ê nêzî bajaroka Til Koçer a li ser sînorê Iraqê bûn û komên çekdar dorpêç kirin.
Li aliyê din jî hêzên YPG’ê bi çekên giran li dijî bargehên komên çekdar ên li derdora gundên Sefa, Girhok, Girê Fatê, Til Hecer û Yûsifiyê çalakî pêk anîn. Di encama van çalakiyan de jî gelek çekdar hatin kuştin û birîndar kirin.