Bîlançoya şerê 2 rojan: 77 êrîşkar hatin kuştin

Bîlançoya şerê 2 rojan: 77 êrîşkar hatin kuştin

Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku di pevçûnên 48 saetan de 77 endamên komên çekdar hatine kuştin û 5 şervanên YPG’ê jiyana xwe jidest dane.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bîlonçoya pevçûnên 48 saetên dawî ku di navbera hêzên YPG’ê û komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nusra de li Rojavayê Kurdistanê rû dane de, bi daxuyaniyekê eşker kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pevçûnên di navber hêzên YPG/YPJ’ê û komên çekdar ku di nava wan de komên Artêşa Azad jî hene de, di nava 48 saetên dawî de pevçûnan dom kiriye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pevçûnên herî dijwar li herêma rojavayê Kobanê û Serêkaniyê pêk hatine û li qadin din jî pevçûnên dem demî hebûne.

Di berdewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku îro di saetîn sibehê de komên Dewleta Îslamî/Eniya El-Nusra ji ji aliyê bajaroka Til Xelef û gundê Mişrafave  êrîş pêk anîne, lê şervanên YPG'ê jî li herdu aliyan bersiv daye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku komên çekdar bi armanca ku deriyê sînor bidest bixin, di êrîşê de çekên giran û tang bikar anîne û pevçûn hîn didomin.

Di daxuyaniyê de hate hate diyarkirin ku di van pevçûnan de 62 êrîşkar hatine kuştin, 4 şervanên YPG'ê jî jiyana xwe jidest dane.

Têkldarî pevçûnên li rojavayî Kobanê jî di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Li gundên rojavayê Kobanê jî pevçûnên di navberA şervanên YPG/ YPJ û komên çekdar de didomin û di encama pevçûnên 48 saetên dawî yên li vê herêmê de 15 êrîşkar hatin kuştin. Her wiha şervanekî YPG’ê jiyana xwe jidest da."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku pevçûnên li herêmên din jî cîh bi cîh dom dikin.

Di dawiya daxuyaniyê de nasnameyên şervanên YPG'ê yên jiyana xwe ji dest dane jî hatin eşkerekirin. Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şervanên YPG/YPJ'ê wiha ne:

Nav û paşnav: Şêrîvan Qarî

Nasnav: Şîlan Kobanê

Navê dayîkê: Sedîqa

Navê bav: seydo

Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Gundê Yarmaz a Kobanê /1994

Di sala 2013’an de li Serêkaniyê tevlî nava refên YPJ'ê bûye û di 16’ê Tebaxê de li Serêkaniyê jiyana xwe jidest da.

Nav û paşnav: Çagdaş Kaya

Nasnav: Hemza

Navê dayîkê: Kelsmat

Navê ban: Esed

Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Stenbol/ 1986

Li Serêkaniyê jiyan dikir û zewicî ye

Di sala 2013’an de li Serêkaniyê tevlî nava refên YPG’ê bûye û di 16’ê Tebaxê li Serêkaniyê jiyana xwe jideest da.

Nav û paşnav: Mihemed Qedo

Nasnav: Amed

Navê dayîkê: Nazelî

Navê bav: Hesen

Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Serêkaniyê/ 1985

Di Gulana 2013’an de li Serêkaniyê tevlî nava refên YPG’ê bûye û di 16’ê Tebaxê li Serêkaniyê jiyana xwe jidest da.

Nav û paşnav: Ebdureûf Temo

Nasnav: Leheng

Navê Dayîkê: Edla

Bavê bav: Sadiq

Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Serêkaniyê /1988

Endmên Kordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger e û piştî êrîşan li kêleka YPG’ê di eniya parastinê de cîh girt, di 16’ê Tebaxê de li Serêkaniyê jiyana xwe jidest da.