Bilançoya şerê Helebê: 57 çete hatin kuştin, 12 dîl hatin girtin

Bilançoya şerê Helebê: 57 çete hatin kuştin, 12 dîl hatin girtin

Fermandariya YPG'ê ya Herêma Helebê destnîşan kir ku di şerên di navbera YPG/Eniya El-Ekrad û komên çete de, ku bi êrîşa çeteyan a 6’ê Îlonê destpê kiribû, 57 çete hatine kuştin, zêditî 60’an birîndar bûne û 12 jî dîl hatine girtin. Hat ragihandin ku di pevçûnan de 3 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dane.

Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya Herêma Helebê, der barê êrîşên komên çete ku di 6’ê Îlonê de li Helebê li dijî taxên Kurdan Eşrefiye û Şêxmeqsud destpêkirin û berxwedana YPG/Eniya El-Ekrad de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şer û pevçûn di roja 5’an de dom dike.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komên çete yên bi navê Selahaddîn, Tugaya Şehîdên Bedir, Tugaya El-Rebîe El-Erebî, hin çeteyên Partiya Azadî yên wekî tabura Azadî, Tugaya Ensar El Îslam, Tugaya Şehîdên Suriyê, Tevgera Ehrar El Şam, hêzên Komele, Tugaya Mehemed El-Fatih tevlî êrîşan dibin û hemû hêza xwe ji Meclîsa Leşkerî ya Helebê ya girêdayî Artêşa Azad digirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku di şerên heta niha de 57 endamên çeteyan hatine kuştin, zêdetirî 60 kesan birîndar bûne, 2 wesayîtên ku doçka li ser hebûn hatine rûxandin, 7 wesayît û vîncek hatine şewitandin, 3 wesayît hatine desteserkirin û 12 çete jî dîl hatine girtin.

Der barê topbarana komên çete ya li ser taxa Şêxmeqsud de jî di daxuyaniyê de agahî hatin dayîn û hate gotin di encama topbaranê de hinek sivîlan jiyana xwe ji dest dane û gelek jî birîndar bûne.

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di berxwedana ku li Şêxmeqsud Şerqî destpê kir û li herêmên Şiqêf, Kolana 15 û 20’an, Seken Şebabî, Kolana Muxaberat, Nexweşxaneya Henan belav bû de, 3 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane.

Nasnameyên her sê şervanan wiha ne:

Nav: Gîvara Hebeş
Kod: Gîvara
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Gundê Elî Beg/Efrîn -1985
Dîroka tevlîbûnê: 2011
Dîroka ku jiyana xwe ji dest daye: 8’ê îlonê 2013- Heleb

 Nav: Zinar Reşîd
Kod: Zinar
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Heleb-1993
Dîroka tevlîbûnê: Heleb-2012
Dîroka ku jiyana xwe ji dest daye: 8’ê îlonê 2013- Eşrefiye/Heleb

Nav: Feqî Salih
Kod: Fedakar Polat
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Gundê Etmê/Raco/Efrîn-1982
Dîroka tevlîbûnê: Heleb/2013
Dîroka ku jiyana xwe ji dest daye: 8’ê îlonê 2013- Eşrefiyê/Heleb