Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt ku li hembrî grevên birçîbûnê yên li Tirkiyeyê bê deng bû, ji ber rexneyên xurt neçar ma ku der barê mijarê de daxuyaniyekê bide.
Bildt bersiv da pirsên parlementerên Partiya Karkeran a Sosyal-Demokrat Roza Guçlu Hedin û Arne Hamednaca yên der barê grevên birçîbûnê û binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê û da zanîn ku greva birçîbûnê ya li Tirkiyeyê berdewam dike, rewşa cidî ya li vî welatî nîşan dide.
Bildt got ku dewleta Tirk di çarçoveya yasaya terorê ya berfireh de gelek mirov girtine û diyar kir ku ev yek bi xwe re pirsgirêk tîne. Bildt diyar kir ku dema dewleta Tirk li hebmerî “terorîzmê” têdikoşe, divê li hemb erî mafên mirovan rêzdar be.
Bildt bal kişand ser Rapora Pêşketinê ya Tirkiyeyê ya 10’ê cotmehê ji aliyê Komîsyona Ewropayê ve hate aşkerekirin û diyar kir ku ew jî tevlî rexneyên ku li Tirkiyeyê hatine kirin dibin.
Bildt da zanîn ku rayedar û meqamên hukûemta Tirk sinyala wê yekê dane ku dê bi sererastkirinên nû Kurdî li dadgeh û saziyên dewletê bê karanîn û ji bo vê yekê kêfxweşiya xwe anî ziman.
Wezîrê Swêdê ragihand ku li şûna teror û tundiyê, ew dixwazin ku pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên polîtîk û diyalogê bê çareserkirin.
Bildt di daxuyaniya çapemeniyê ya li Wezareta Derve ya Swêdê da de diyar kir ku hêza wan bandorkirina sînordar e û bi vî awayî nexwest bikeve dewrê. Berdevka Polîtîkayên Derve ya Partiya Karkeran a Sosyal Demorkat Urban Ahlin, Berdevka Têkiliyên DervePartiya Keskên Çepgir Bodil Cebellos û Berdevkê Polîtîkayên Derve ya Partiya Gel Frederik Malm rexne li Bildt kirin.