Bîlgîn: Em li bende pêngavên pêwist yên hikûmetê ne

Bîlgîn: Em li bende pêngavên pêwist yên hikûmetê ne

Berdevka KCD’ê ya Amedê Zelal Bîlgîn diyar kir ku, ew xwedî li peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derdikevin û dê piştgiriyê bidin pêvajoyê. Bîlgîn wiha got: “Birêz Ocalan bi peyama xwe ya Newrozê pêngava aştiyê avêt.Gelê Kurd jî baweriya xwe ya bi serokatiya xwe carek din nîşan da. Şert û merc çi bin nîşan dane ku li alî aştiyê ne. Di vê nokteyê de divê hikûmet jî pêngavekê bavêje û piştgiriyê bide pêvajoyê.”

Bîlgîn pirsên ANF’ê nirxand û got ew dê xwedî li pêvajoyê derkevin û pêvajoyê bişopînin. Bîlgîn wiha pê de çû: “ Berê gelek caran PKK’ê pêvajoyên agirbest û çareseriyê dan destpêkirin, lê dewletê ev heba kir. dewleta tirk jî divê ji bo aştiyê pêngavên pêwist bavêje.”

Bîlgîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Hêvîdarim ev pêvajo ji alî herdu aliyan ve jî neyê heba kirin. Di şerê 30 salî gelê me êşên mezin kişandin. Divê her kes bi hestiyar tevbigere. Birêz Ocalan bi peyama xwe ya Newrozê pêngava aştiyê avêt. Gelê Kurd jî di vê wateyê de baweriya xwe ya bo serokatiya xwe carek din nîşan daye. Niha em li bende pêngavên erênî yên hikûmetê ne. Heta niha gelek hevdîtin hatin hebakirin. Di vê nokteyê de divê hikûmet pêngavê bavêje û piştgiriyê bide pêvajoyê.”

Bîlgîn destnîşan kir ku, gelê Kurd bedelên mezin dan û got: “Em vê carê bi hêvîne. Herdu aliyan jî êşên mezin kişand. Jinan, dayikan û zarokan bedelên mezin dan. Ji vir şûnde bila dubare nebe.”

PÊWISTÎ BI PIŞTGIRYA STK’YAN HEYE

Bîlgîn balkişand ser daxwazên gelê Kurd û got divê ev daxwaz bê dayîn û got: “Birêz Demîrtaş jî gotibû pêvajoyek 3 pêngav heye. Yekemîn wek ya di peyama Birêz Ocalan de divê derkevin derveyê sînor. Ya duyemîn  divê komîsyona aqilmendan, ji aqilmendan pêk were û divê li gorî pêvajoyê tevbigerin. Divê sererastkirinên qanûnî bên kirin. divê hemû hawireke ku hemû gel dikaribin bi hevre bijîn bên avakirin. Ji ber ku gelek civak di vî alî de zehmetî dikişînin. Divê çapemenî bê alî nirxandinan bike. Herwiha divê saziyên civakî yên sivîl jî piştgiriyê bidin pêvajoyê.”