Bîlîcî: Em her roj rastî cînayetên kujer nediyar tên
Bîlîcî: Em her roj rastî cînayetên kujer nediyar tên
Bîlîcî: Em her roj rastî cînayetên kujer nediyar tên
Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bilîcî diyar kir ku, li şûna kiryarên bûyerên kujer nediyar derbixin holê, her roj ew rastî cînayetên kujer nediyar tên.
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakya xwe ya hefteya 210'an çareke din li Parqa Koşuyoluyê bi pankrata "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" li dar xistin. Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê, Dayîkên Aştiyê, MEYA-DER û gelek welatî ligel baranê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî axivî û diyar kir ku, bûyerên îşkence û muameleyên xirab her tim zêde dibin û li şûna kiryar bên dîtin her roj rastî cînayetên kujer nediyar tên.
Bîlîcî xwest ku kesên Şahîn Oner qetilkirin bên cezakirin û bertek nîşanî daxuyaniyên Walî Mustafa Toprak da û wiha got: "Berpirsyarê hemû kesên tên qetilkirin hûn in. Daxuyanî dayîn karê we nîne. Dad ya pêwîst dê bike. Heke sûcdar be dê cezayê wî bide. Hûn peywirdarê parastina wan nînin. Me hezaran caran got ya ji me re hewcehî pê heyî aştî ye. Dê heta kengî ev operasyon berdewam bikin. Gelo têrê nekir ewqas we çiya bombebaran kirin? Niha bi rayedarên herî bi paye bilind re hevdîtin pêk tên. Çi ji van yekîneyên jêr dibe? Gelo hinek kes aştiyê naxwazin?"
ÇÎROKA PÎRO AY HATE VEGOTIN
Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Necîbe Perînçek di çalakiyê de çîroka Pîro Ay yê ku di 17'ê gulana 1994'an li gundê Şêpa Jêr ya navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê hate windakirin vegot. Perînçek wiha got: "Leşkeran Pîro û ji gundiyan Abdurrehman binçavkirin û birin jêrî gund. Leşkaran hinek nav ji gundiyan pirsîn lê tu lêgerîn nekirin. Tenê Pîro bi wesayîtekê ber bi qada çiyayan ve birin. Nêzî demjimêrek şûnde wesayît paşve vegeriya û li gund nerawestiya û çû. Leşkerên li gund nêzî nîv demjimêr şûnde Abdurehman re bi wesayîtan ji gund veqetiyan. Abdurehman di heman rojê de li Qereqola Uçyolê ya Dêrîkê serbest hate berdan. Malbat ber bi bejahiya Pîro birinê re çû. Li ber perava çem şopa xwînê, perçeyên jopan û perçeyên şelê şîn ê Pîro peyda dike. Şivanên wê derdorê diyar kirin ku, qêrîna Pîro bihîstin lê ji ber tirsê ber bi aliyê deng jê hat ve neçûn. Bavê Pîro Bedîr Ay, bi daxwaznameyan serî li Dozgeriya Komarê ya Dêrîkê, Fermandairya Cendirmeyan a Mêrdînê û Midûriyeta Polîsan a bajar da. Lê tu encam bi dest nexistin. Ji wê rojê heta niha tu agahî ji Pîro nehatin girtin."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.