Bînîcî çû qada gora komî
Bînîcî çû qada gora komî
Bînîcî çû qada gora komî
Parlamenterê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, li gel parazvanên mafên mirovan li Seyrangeha Arvanatê ya Sîweregê herêma ku hestiyê 33 mirovan lê hat dîtin ziyaret kir û lêkolîn kir. Bînîcî, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê hestiyên Rojhilatê Firatê lêkolîn nake û naxwaze ev hestî derkevin holê. Bînîcî, anî ziman ku dewlet ger naxwaze di bin sûcdariyê de bimîne divê van hestiyan derxe û kujerê van komkujiyan ronî bike. Xizmê Windayan Mustafa Geyîk jî diyar kir ku ji her derê Tirkiyeyê hestî derdikevin.
Li goma malbata Galoj a Seyrangeha Ayvanatê ya Sêweregê hefteya borî gora komî hatibû dîtin û di gora komî de hestiyê 33 mirovan hatibû dîtin. Parlamenterê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, Rêveberên BDP'ê, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê Cemal Babaoglu û xizmên windayan tev li heyetê bûn. Bînîcî û heyeta pêre Dozgerê Komarê yê Sêweregê ziyaret kir û agahî wergirtin. Heyet piştre derbasî qada gora komî bûn. Li ser navê heyetê Bînîcî li vir axaftin kir û diyar kir ku lazim e ev komkujî û gorên komî ronî bibin. Bînîcî, anî ziman ku her derê welatê kurdan vegeriyaye gorên komî û wiha got: "Gelek mirov di odeyên lêpirsînê de hatin qetilkirin. Belge û şahidên van bûyeran hene. Li vir înfaz û hovîtî heye. Îşkence û komkujî heye. Divê ev komkujî bi berfirehî bê lêkolînkirin û ger ku JÎTEM e ango rêxistinek din e divê be ronîkirin û cezakirin.
Birayê Huseyîn Taşkaya yê di di 6'ê Kanûna 1993'an de li Taxa Baglarê ya Sêweregê ji aliyê 15 maşîneyên cerdevan û leşkeran ve hat revandin û windakirin, Aziz Taşkaya diyar kir ku birayê wî her hestiyek tê dîtin ew difikire ku aydî birayê wî bin. Azîz Taşkaya, anî ziman ku 20 salin li hestiyê birayê xwe digere û
Birayê Adîl Geyik ê di 12'ê Îlonê de hat revandin û windakirin Mustafa Geyîk jî anî ziman ku birayê wî û hevalekî xwe bi hevre hatin binçavkirin û windakirin. Gekîk, da zanîn ku ev gora komî hovîtiya dewleta Tirkiyeyê li ber çavan radixe."