Bînîcî: Ocalan Mandelayê Kurdistanê ye
Bînîcî: Ocalan Mandelayê Kurdistanê ye
Bînîcî: Ocalan Mandelayê Kurdistanê ye
Rêxistina BDP'e ya Rihayê ji bo starta hilbijartina Rihayê xwarin da. Di xwarinê de Parlamenterê Rihayê Îbrahim Bînîcî axivî û diyar kir Ocalan Mandelayê Kurdistanê ye û got: "Heta ku Birêz Ocalan nebe, tu kes azad nabe."
Rêxistina BDP'êya Rihayê di çarçoveya xebatên hilbijartinê rêveberiya herêmî ya bi şîara "Bi Rêveberya Cewherî, ber bi Nasnameya Azad" li Salona Dawetê ya Şehîtlîk Çamlikê xwarin da endam û rêveberên xwe. Di xwarinê de Parlamenterê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Alî Oruç, endamên meclisa BDP'ê rêveberên BDP'ê jî di navbe bi sedan kes amade bûn. Li salonê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 jinên kurd ên siyasedmedar hatin daliqandin. Dîsa pankarta "Roboskî hêj li benda edaletê ye" vekirin. Berî xwarinê ji bo kesên di dêkoşîna aştî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin. Hevseroka BDP'ê ya Rihayê Leyla Akça, Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Alî Oruç û Parlamenterê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Binîcî axaftin kirin. Di xwarinê de Parlamenterê Rihayê Îbrahim Bînîcî axivî û diyar kir Ocalan Mandelayê Kurdistanê ye û got: "Heta ku Birêz Ocalan nebe, tu kes azad nabe."
Dîsa peyama Parlamenterê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ku ji doza KCK'ê girtî tê darizandin hat xwendin
Piştî axaftinan Îbrahîm Bînîcî roseta BDP'ê bi Endamê Meclisa Bajar Murat Yildirim ê ji AKP'ê îstîfa kir û derbasî BDP'ê bû, vekir.