Bînîcî: Şertên Erdogan û Fîdan çine divê şertên Ocalan jî ew bin

Bînîcî: Şertên Erdogan û Fîdan çine divê şertên Ocalan jî ew bin

Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî di 2'yemîn Kongreya Awerte ya Rêxistina BDP'ê ya Hîlwanê de axivî û diyar kir ku, pêvajoyekî nû ya çareseriyê destpê kir û wiha got: "Di van hevdîtinan de şertên Erdogan û Fîdan çi bin divê Ocalan jî xwedî wan şert be. Divê Birêz Ocalan li mala xwe wan hevdîtinan pêk bîne. Gelê Kurd ji bilî vê yekê tu şertên din qebûl nake. Divê şert bên başkirin."

Rêxistina BDP'ê ya Hîlwanê 2'yemîn Kongraya Awerte li Tesîsên Demîr li dar xist. Parlementerên BDP'ê Nursel Aydogan û Îbrahîm Bînîcî, endamên Meclîsa BDP'ê Serhat Bîngol, Adnan Etlî û Bekîr Benek, rêveberên BDP'ê, Wekîlê Şaredarê Wêranşarê Mehmet Burun, endamên meclîsa şaredariyê û giştî û bi sedan welatî tevlî kongreyê bûn. Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di kongreyê de peya Parlementerê BDP'ê yê girtî Îbrahîm Ayhan hate xwendin. Di kongreyê de pankrata "Ji Ocalan re azadî ji qirkirina siyasî re na" û wêneyên 3 siyasetmedarên jin yên Kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin di salonê de hatin daliqandin.

Piştî hilbijartina dîwanê Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan axaftina destpêkê kir. Aydogan bal kişand ser rola Hîlwanê ya di dîroka têkoşînê de. Aydogan anî ziman ku, di BDP'ê de cih girtin tê wateye bedel dayînê û dê her tim vî bedelî bidin. Aydogan da zanîn ku, BDP partiya têkoşîn û azadiyê ye û wiha got: "Divê AKP êdî operasyonên qirkirinê yên li ser me pêk tîne bê encam ma bibîne. Vî gelî ji têkoşîna azadiyê paşve gav neavêt û navêje jî."

'GELÊ KURD LI GEL OCALAN E'

Aydogan, bilêv kir ku gelê ji bo azadiyê têkoşînê dide tu kes nikare pêşiya wî bigire û wiha axivî: "Em dê hêj bêtir derbikevin qadan. Em dê di Newrozê de bi mîlyonan derbikevin qadan û destê Birêz Ocalan bi hêz bikin. Dewlet naxwaze li Rihayê dengekî bi hêz derbikeve. Lê Riha dê bi Amedê re bibe yek û bibe hêza çareseriyê. Dewletê xwest ku di salên dawî de PKK'ê tasfiye bike. Lê PKK'ê bi operasyonên şoreşger bersiv da. Xwestin bi tecrîda giran gel ji Ocalan re veqetînin. Gelê kurd li cem Ocalan rawestiya. Gel berxweda û hevdîtinan dest pê kir."

'DIVÊ ŞERT BÊN SERERASTKIRIN'

Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî jî diyar kir ku, gelê Kurd li Hîlwanê bedelên mezin dan. Bînîcî destnîşan kir ku, Ocalan bi têkoşîna dayî gelê Kurd jî nû ve afirand û wiha got: "Ya dikeve ber me jî teqez ji riya serokatiya xwe derneketine. Em îro bo zimanê xwe kongreyê li dar dixin. Ev yek bi saya Birêz Ocalan û şehîdane."

Bînîcî da zanîn ku, pêvajoyekî nû ya çareseriyê destpê kir û wiha axivî: "Di van hevdîtinan de şertên Erdogan û Fîdan çi bin divê Ocalan jî xwedî wan şert be. Divê Birêz Ocalan li mala xwe wan hevdîtinan pêk bîne. Gelê Kurd ji bilî vê yekê tu şertên din qebûl nake. Divê şert bên başkirin."

Piştî xwendina raporan hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de Mehmet Alî Sutpak ji Serokatiya navçeyê ya BDP'ê re hate hilbijartin.