Bîranîna mamoste Osman Silêman didome
Bîranîna mamoste Osman Silêman didome
Bîranîna mamoste Osman Silêman didome
Li Efrînê bi armanca bîranîna mamoste Osman Silêman Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) civîneke li dar xist.
Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê PYD’ê bi armanca bîranîna mamoste Osman Silêman yê ku di 18'ê sibata 2008’an di zindanên rêjîma Baas bi îşkenceyê hatibû qetilkirn, civînek di navenda çand û hunerê de li dar xist. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre komîteya amedekar a civînê li ser jiyana Mamoste Osman nivîsek xwendin û qetilkirina Mammoste Silêman hate şermezar kirin.
Mamoste Osman Silêman(Osman Dadalî) di 1-7- 1946 an de li gundê Dadalê yê Kobanê ji dayik bû, piştî pêngava 15'ê tebaxê kete nava xebatên Tevgera Azadiya Kurdistanê de û gelek caran hate girtin. Di 1990 de tevlî hilbijartinên Perlementoya Suryayê bû û wek nûnerê gundên Helebê cihê xwe di parlementoyê de girt.
Piştî ku dema wî ya perlemanê de bi dawî bû ji aliyê hêzên ewlekariya Sûriyeyê gelek caran hate binçavkirn. Cara dawî ku hate binçavkirin di 29-11-2007’an de bû, Mamoste Osman ji ber îşkence û şidetê bi navekî sexte hêzên rêjîma ew rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê di 18'ê sibata 2008’an de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesî ve li gundê Dadalê spartin axê.