Birayê Egîd Fehmî Korkmaz behsa fermandarê gerîla kir

Birayê Egîd Fehmî Korkmaz behsa fermandarê gerîla kir

Di salvegera 30. de birayê fermandarê efsanewî yê gerîla Mahsûm Korkmaz (Egîd) Fehmî Korkmaz yekemcar behsa kekê xwe kir. Ji zarokatiyê heta beşdariya nava refên gerîla û roja jiyana xwe ji dest da, jiyana Serfermandarê ARGK'ê Egîd, ji aliyê birayê wî ve hat vegotin.

“DEMA EZ MEIN BÛM, EZÊ BIBIM LEŞKERÊ KURDAN”

"Ez biçûkê Egîd im. Kekê min Maşallah ji wî mezintir bû. Maşallah her tim ji me re behsa salên wî yên zarokatiyê dikir. Hîn di zarokatiya xwe de ji yên din ên li malê cûdatir bû. Hingî kekê min û xwişka min, li dibistanên leylî (yatili) dixwendin. Dema mezin diçûn dibistanê, wî bêriya wan dikir. Kamyoneke me hebû. Qeza dike. Li ser vê bûyerê, diçe cem xwişka min. Xwişka min nizanîbû bi Tirkî. Bi tenê gotina "qulipîna wesaîtê" bi tirkî dizanîbû. Ji mamoste re digot, "Kamyona bavê min devrîlmîş bûye." Li ser vê yekê mamoste şîmaqek li xwişka min xist. Egîd li hemberî vê gelekî bi hêrs bû. Û dest bi lêkolîn û lêpirsîna zimanê Kurdî kir. Digot; ji ber ku em Kurd in bi vî rengî nêzî me dibin, ji ber zimanê me heqaretê li me dikin, em cûda ne."

"Ji zarokan her tim tê pirsîn; ka tu mezin bibe tuyê bibe çi. Egîd di temenê zarokatiya xwe de digot eger ez mezin bibim ezê bibim leşkerekî baş. Xwişka min dibêje çima. Ew jî dibêje Kurd û Tirk hene. Li dibistanê ev bûyer qewimî. Kurdan qebûl nakin. Ezê Kurdan biparêzim. Ezê bibim leşkerê Kurdan. Ezê derkevim çiyê, gelek leşkeran bikujim, ezê jî bimirim."

HEVALTIYA WÎ

“Egîd di sala 1956'an de li Farqînê hat dinyayê. Malbat di sala 1970 de mala xwe bar kir Êlihê. Egîd çû Dibistana Navîn a Petrolê. Li dibistanê, temenê hevalên wî jê mezintir bû. Mamosteyê wî hevalê wî bû. Mamosteyê ku cihê wezîfeya wî hat guhertin jî, carna dihat ji bo dîtina wî. Di nava hevalên wî de Ereb û Tirk hebûn. Cûdahî nedixist navbera wan. Di warê aborî de rewşa me baş bû. Çi di destê wî de hebûya, bi hevalên xwe re parve dikir."

"Di dibistana amadeyî de têkiliyên xwe yên hevaltiyê xurtir kir. Ji ber tiştên biçûk zarok ji dibistanê diavêtin. Ji ber ku mamoste ji derve dihatin, ev yek bi hêsanî dikirin. Egîd diçû bi rêveberiya dibistanê re hevdîtin çê dikir û ji wan re digot; 'Em hatine vê derê ji bo xwendinê, hûn rewşa herêmê dizanin. Rêyên cûda hene ku xwendekar karibe pê şaşiya xwe baştir fêm bkin. Em qebûl nakin ku hema yekser ji dibistanê werin avêtin.'

Hingî mamosteyekî nijadperest hebû. Li odeya mamosteyan, li xwendekarekî xistibûn û ew ji dibistanê avêtibûn. Ji ber vê yekê bi rêveberiya dibistanê re peyivî. Malbata xwendekarê lêdan xwar hat û got ku ev tiştê bi serê zarokên wan hatiye ne rast e. Got; eger kurê me ji ber zextê nexwaze bixwîne, mafdar e. Egîd xwest bi mamoste re biaxive. Ev tiştekî ecêb bû. Mamoste digot; tu weke kî weke çi bi min re diaxive. Wî jî ji mamoste re digot; ew hevalê min e, şaşiyeke wî hebe, rêya çareseriya wê jî heye. Ne rast e ku te li wî daye. Li ser van gotinên Egîd, mamoste radibe li Egîd jî dixe. Egîd hînê di wî temenê xwe yê biçûk de heyfa xwe ji wî mamosteyî hiltîne."

NAVÊ EGÎD TÊ BIHÎSTIN

"Li Êlihê rafînerî hebû, lê karker hemû ji derve dihatin anîn. Karker ji malbatên axa û şêxan dihatin hilbijartin. Egîd digot; dema karker were girtin, divê ew ji mirovên me bin. Egîd her tim bi karkeran re eleqedar dibû û alîkarî dida wan. Bêyî bêrtilê û cihêkariyê, karker li kar bicih dikir. Dema weha bû, ji bo sîstemê weke xetere hat dîtin. Polîs dest li wî werda. Lê di encama van hewldanên Egîd de bingeha tevgerê ava bû.

Êdî li Êlihê navê Egîd hatibû bihîstin. Beriya PKK'ê di nava ti fraksiyonê de cih negirt. Dema Rêbertî bi Mazlûm Dogan re plansaziyê çê dike, ji bo Êlihê weke kesê destpêkê yê divê têkilî pê re were dayîn, navê Egîd diaxivin. Mirovê yekemîn ê Mazlûm Dogan pê re têkilî danî, Egîd bû. Hingî hemû hevalên Rêbertiyê, hemû hevalên Rêbertiyê ew dîtin."

JI MIN RE GOT HEVAL

“Dema dest bi xebatên rêxistinbûyînê kirin, min alîkarî dida Egîd. Ji min re got, biçe wê derê were vê derê, bi carekê min dît ku ez jî di nava kar de me. Hingî min fêm kir ku ew karekî veşartî dikin.

Carekê ji min re got heval. Heval çiye, ez birayê wî bûm. Dema got heval ez matmayî mam. Navên cûda bikar dianîn. Navê wî Mahsûm bû, lê jê re digotin Egîd. Min digot, vana karekî cûda dikin. Ti mîrateyeke wan tinebû. Ez di pratîkê de hînî her tiştî bûm. Heval Mahsûm, tiştekî wî nekarî bikira, ji kesî din nedixwest. Hevalan digotin; eger ew li cem me be, temam em ewle ne. Ne dixwest hevalan bi tenê bihêle. Ne ji ber ku birayê min e ez vê dibêjim. Lê hemû hevalên pê re mane digotin; tirs li cem wî tineye. Carekê Mahmût Tanrikûlû behsa wî kir. Dema ji çalakiyê vedigerin, lingên wî giran dibe û îhtimal heye bikeve dest. Heval Egîd ji wan re digot hem çekê bikar bînin, hem jî bi pêş ve biçin. Bi vî rengî, tirsê ji dilê xwe derdixînin. Mîna çiyayê qeşayê bû, tirs nas nedikir. Bawerî dida derdora xwe."

 LI DÛ ÎLANA PKK'Ê

“Piştî xebatên partiyê bi pêş ve çû û partî hat îlankirin, ji bo demekê li Êlihê ma. Piştî îlanê, ji me qut bû. Hingî Rêbertî ji bo tevger nekeve nava rîskên giran, kadro vekişand Fîlîstînê. Komeke Egîd jî di nav de bû, li gel Kemal Pîr û Mehmet Karasûngûr, derbasî Fîlîstînê dibe. Xebatên avakirina bingehê û alîkarîdayîna Rêbertiyê dimeşînin. Piştî demekê, bi rêya kûrye ji me re hat gotin ku Kemal Pîr û Egîd vegeriyane. Li ser vê yekê em çûn aliyê Sasonê ji bo Egîd bibînin. Di hevdîtinê de bavê min hin fikar û gumanên xwe anî ziman û Egîd jî jê re got, 'rewşa awarte hebû, piştre wê darbe çê bibe. Darbe wê li dijî me bê kirin, amadekariyên me hene. Em ji bo şehîdbûn an jî dîlketinê nehatine vir. Ji ber derfetên me nîne, em hevalên xwe li derve perwerde dikin. Emê çalakiyê bikin.'

Ji bavê min re behsa amadekariyên xwe yên dema pêş kir. Got; rewş ev e li xwe miqate bin. Piştre êvarê dema diçû herêma Dêrsimê wesaîta wan qeza kir. Hevalê Kemal Pîr û M. Can Yuce bi birîndarî ketin dest. Egîd bi birîndarî xwe rizgar kir. Bi vî halê xwe jî nexwest vegere Fîlîstînê. Digot, li vê derê karê ez bikim hene, ez berpirsyarek im. Xwe derman jî nekir."

BERSIVA KEMAL PÎR

“Dîlketina Kemal Pîr gelekî bandor kir. Dema Kemal Pîr hat girtin, kekê min ajokarê wesaîtê bû. Kekê min jî piştî qezayê hatibû girtin. Dema em çûn serdana wî Kemal Pîr jî li wir bû. Bavê min digot; Egîd ji ber vê rewşê gelekî xemgîn bû. Kurdiya hevalê Kemal zêde nebaş bû, ji bavê min re digot, bila ew zêde dilê xwe neêşîne, xebatên xwe bidomîne."

MIN YEKEMCAR EGÎD BI VÎ RENGÎ DÎT

“Hingî xeber şand got ezê biçim, dibe ku em hevdu êdî nebînin. Ez wê demê bi awayekî aktîf di nava xebatê de bûm. Em çûn hevdîtinê. Welê baş bixebite ku bila neyê zanîn ku em ji vê derê derketine. Got, bixebitin, çalakiyan bikin. Tiştekî din jî got, hingî rondik ji çavên wî bariya; Emê biçin, ez dizanim tu dixwaze bi me re were, lê kar hene, silavan li hevalan bike. Ez gelekî bi bandor bûm, difikirîm; gelo dixwaze ez tevlê bibim, gelo emê careke din hevdu nebînin. Min cara yekemîn Egîd bi vî rengî dît. Ew her tim cidî û hişk bû. Lê wê rojê digiriya."

PIŞTÎ WÎ EZ JÎ HATIM GIRTIN

“Piştî wî, ez jî di sala 1981'ê de hatim girtin. 12-13 salî bûm. Wê demê lêpirsîn 90 roj bûn. Di wî temenî de min gelek êşkence dît. Min birin zîndana Amedê, ez xistim kogûşa zarokan. Sûcê min jî; biratiya min a bi Mahsûm Korkmaz bû.

VEGERIYAN

Di sala 1983'an de komek ji hevalan tên keşfa herêmê. Bavê min diçe dîtina wan. Dayika min piştî kekê min, bi kanserê ket. Wê demê dema bavê min bi kekê min re hevdîtin kir jê re got; diya te gelekî nexweş e dixwaze te bibîne. Diya min Egîd dît, lê rojek piştî vê dîtinê, çavên xwe li jiyanê girt. Wefata dayika min, bavê min ji Egîd re negot. Bavê min hat serdana me û got; xeberê bide hevalan, Egîd û komek heval hatine, mesaja Egîd ji hevalan re heye. Digot, 'Wan gelek zext dîtin, gelek êşkence dîtin, lê wê bersiva vê were dayîn. Egîd wê vegere û li dijî sîstemê dest bi şer bike. Tol wê were hilanîn.' Ev yek bû moraleke mezin. Hingî li zîndanê zêde derfetên me tinebûn. Rojekê em li ber televîzyonê bûn. Me dîtin ku nûçeya serdegirtina Dihê-Şemzînanê hat gotin. Mîna nûçeyeke normal e, hat weşandin. Em hemû şoq bûn. Piştî ewçend şehîd û girtinan me digot li derve kêm heval mane. Em ne li benda tiştekî weha bûn. Rêveberiya girtîgehê bi xwe jî şoq bû. Me ji çalakiya Dihê-Şemzînanê moraleke gelekî mezin girt. Yên hingî dihatin serdana me digotin, 'Heval ketine qadan, şer destpê kir.' Sîstemê êdî ev venedişart. Her roj çalakî dibû. Baweriya me zêde bû. Di berxwedana Dihê-Şemzînanê de navê Egîd derketibû pêş. Di dema lêgerînan de êdî zexta li min dihat kirin, zêde bûbû."

ÊDÎ SERÊ KURDAN BILIND E

“Dema Egîd şehîd ket, hevalan yekser ji min re negotin. Rojnameyên wê demê dihatin, nûçeyên li ser Egîd jê dikirin û bi wî rengî rojname didan min. Dûre jî digotin, nivîs ne başin. Lê li gel min fikar û gumanek hebû. Malbata min her tim digot; eger mirinek li pêşiya me hebe, bila em beriya wî bimirin, bila em şehadat wî nebînin. Di roja duyemîn de jî heman tişt çê bû. Ji ber ku piraniya rûpelên rojnameyê hatibûn jêkirin. Dûre min ji hevalan pirsî. Ji min re gotin, bi berpirsyarê kogûşê re hevdîtinê bike. Berpirsyarê koxûşê got, Egîd bi birîndarî ketiye dest. Min ji wan re got; çima hûn ji min re nabêjin, eger îro nebe sibê ezê bibihîzim. Roja din ez derketim deriyê koxûşê, heval bi min re nedipeyivîn. Hevalek hat. Moralê wî tinebû, min jê pirsî çiyê wî heye. Giriya. Min ji heval pirsî, ji min re got, 'Ji xwe hevalê ji te re bêjin, lê hevalê Egîd şehîd ketiye.' Ji xwe koxûşa Ferhat Kûrtayan li jorî me bû. Me dadgeh bihîstibûn. Li zîndanê, bandoreke mezin li me kiribû. Li wê derê dest û lingê me girêdayî bû. Çalakiya Ferhat Kûrtay û hevalên wî, bandoreke gelekî mezin li me kiribû, em gelekî xemgîn bûbûn. Lê ji bo Egîd min got, wî wezîfeya xwe bicih anî, bi lehengî çû. Min got, îro serê Kurdan bilind e."

NÛÇEYA DEREW

“Gardiyanê girtîgehê hat cem, ji min re got, me birayê te kuştin, ji bo teşhîskirinê em dikarin te bibin. Hevalan rast nedîtin û nehiştin min bibin. Hingî xwişka min, hevsera kekê min û Egîdê biçûk ji bo teşhîsê biribûn Tûgaha Sêrtê. Armanca wan dixwestin bêjin vaye fermandarê PKK'ê, lê halî wî ev e. Dixwestin di kesayetiya malbatê de, bandorê li gel bikin. Hingî di rojnameyan de nûçeyên derew hatin weşandin. Rojnameyan digotin, malbata M. Korkmaz cenaze red kiriye. Hem cenaze nedan, hem êşkence li malbata min kir hem jî nûçeyên derew weşandin. Dema kekê min hat dîtina min, behsa van nûçeyên derew kir. Deh rojan êşkence li kekên min kirin. Dûre li pêşiya çavên wî, gule li cenaze reşandin. Digotin xwe nêzî cenaze bike, emê wêneyê we bikşînin. Kekê min hingî ti daxuyanî neda. Piştî cenaze nîşan dan, malbata min deh rojan li tûgayê dîl digirin û berdidin. Sûbay ji birayê min re dibêje, ji aliyê rêxistinê ve hatiye kuştin û bi vî rengî dixwaze serê birayê min tevlîhev bike. Li gorî vegotinên kekê min, piştî teşhîskirina cenaze, dengê kepçe tê bihîstin. Wê demê fêm dike ku cenaze li tûgayê tê veşartin. Piştî ku cenaze 6 mehan li tûgayê tê hiştin, Şaredarê Sêrtê daxuyaniyekê dide û diyar dike ku wan cenaze avêtine Newala Qesaban. Li ser vê yekê heval wî Şaredarî dikujin û wî ceza dikin."

BERXWEDAN GIHAŞT AZADIYÊ

“Dikarî bi her însanî re têkiliyê deyne, bi biçûk re biçûk, bi mezin re mezin bû. Gelek pîvanên wî yên bedew hebûn. Bi bejn bû, di warê fîzîkî de çepgir bû. Di nava sîstemê de mirovên pehniya lingê wan rast be, nagirin leşkeriyê, pehniya lingê wî jî rast bû. Li gelek qadan ma, ti cih nema ku negeriya. Rastiya pehniya lingê wî, ji bo giyan û baweriya wî ya têkoşînê nebû asteng. Ti carî negot, min ewqas kiriye. Her tim weke deyndarekî nêzîk dibû. Her tim destpêkê rexne li xwe dikir. Tiştekî ji destê wî nedihat, ji hevalên xwe nedixwest. Îro gelê Kurd ala wî ya berxwedanê, gihandiye azadiyê."