Birayê Ehmed Turk sipartin axê
Birayê Ehmed Turk sipartin axê
Birayê Ehmed Turk sipartin axê
Birayê Hevserokê KCD û Parlementerê Mêrdînê Ehmed Turk, Tomîr Turk ku îro di demjimêrên sibehê de jiyana xwe ji dest da, li Mêrdînê sipartin axê.
Birayê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk û Parlementerê Mêrdînê Ehmed Turk, Tomîr Turk ku li Enqereyê dihat dermankirin, vê sibehê jiyana xwe ji dest da û bi balefirê ji Enqereyê şandin Mêrdînê.
Cenazeyê ku ji balefirgehê hate girtin birin Gundê Gundogdu yê navçeya Dêrikê. Li vir cenazeyê Turk birin mizgeftê û piştî wecîbeyên olî, ji bo defin bikin birin goristana gund.
Li gel malbata Turk, Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş, Parlementerê Amedê Altan Tan, Parlementerê Mûşê Sirri Sakik, endamê Meclisa Daîmî ya KCD Osman Ozçelîk, Hevseroka KCD Aysel Tûglûk, Parlementerê Şirnexê Hasîp Kaplan, Parlementerê Colemêrgê Adil Zozanî, li gel rêveberên BDP’ê ên herêmê û şaredar bi hezaran welatî tevlî merasima cenaze bûn.
Di merasima cenaze de Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş axivî û balkişande ser ku, Tomîr Turk li herêmê weke “zilamê aştiyê” dihate zanîn û hewil dida pirsgirêkên di nava mirovan de çareser bike.
Piştî Demîrtaş, Hevserokê KCD Ehmed Turk jî axivî û got: “Ez sipasiya xwe pêşkêşî hemû kesên ku di vê roja biêş de em bitenê nehêlan, li gel me ne û li gel me nînin dikim. Ez li ser navê herêmê pir xemgînim. Îro me ne mirovek, me qasidek yê aştiyê winda kir. Ez hêvî dikim ku ji vir şûnde herkes dê ji bo aştiyê bixebite.” Piştî axaftinan, malbata Turk li mala xwe ya gundê Gundogdu sersaxiyan qebûl dike.