Birtane: Jin divê di pêvajoyê de rola xwe baş bilîze
Birtane: Jin divê di pêvajoyê de rola xwe baş bilîze
Birtane: Jin divê di pêvajoyê de rola xwe baş bilîze
Parlamentera Qersê û Endama Lijneya Koordînasyona KCD’ê Mulkiye Bîrtane di ‘Hevdîtina Jina Kurd’ de ku Meclisa Jinan a KCD’ê pêk anî de, axivî û got; Di pêvajoya çareseriyê de divê jin rola aktîf bilîzin. Jin di pêvajoya şer de rastî her cureyê tundiyê hatin. Jinan zêde êş kişand. Divê jin di vê pêvajoyê de rola xw bilîze.
Li avahiya KCD’ê bi ser navê ‘Hevdîtina Jinan a Kurd’ civîn pêk hat. Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk ji ber ku bernameya wê tije ku tevlî civînê nebû û ji saziyên jina yên wkê DÎKASUM, KARDELEN, CEREN Û SKM’ê gelek jinên kurd tevlî bûn.
Li salona civînê pankarta bi sernavê ‘Dîdara 1'emîn a Jînên Kurd a KCD'ê. Hûn bi xêr hatîn’ hat daliqandin û her wiha wêneyên her sê jinên kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin jî hat daliqandin. civÎnê bi nîşandana sînevîzyonê dest pê kir.
GOTINA JINAN DIVÊ LI ALÎ WEKHEVÎ Û AŞTIYÊ BE
Parlmentera BDP’ê ya Qersê Mulkiya Bîrtane axaftina vekirinê kir û got diyar kir k udi pêvajoyeke dîrok de derbas dibin û wih agot: “Ev gotin li her herêmê û Tirkiyeyê tê ser ziman. Lê niha pêvajoyek dîrokiye, gelek girînge. Divê her du alî jî cidî nêz bibin. Her wiha divê jin jî ji bo vê gotin, uslub û nêzîkatiya xwe ji bo aştî û wekheviyê bikarbînin. Ev dîrokê de jî wisa bû. Ev 40 sale ev şer didome û bi hezaran ciwanên me jiyana xwe ji dest dane. Navê jî kirine pirsgirêka kurd. Pirsgirêka ku ji kurdan pêk nehatiye. Sedemek wê heye. Azadî û mafên wan hatine qedexekirin. Ji ber vê kurdan mafê xwe xwes. Îro jî dibêjin ku piştî şerê 40 salî her kes hatiye pêvajoya aştiyê. Li gorî agahiyên me girtine 5-6 meh dewlet hevdîtin kirine.
Bîrtane got Rêberê Gelê kurd Ocalan ji salên 90’î de bo aştiyê hewl dide û got: “Agirbestên PKK’ê ji aliyê Dewleta tirk ve erênî bersiv nedît. Êşên mezin hatin kişandin. Ger îro ev pêvajo hatibe destpêkirin em dibêjin têkoşina bi israr hatiye qezenckirin.
DÊ NÊRÎNA JINAN JÎ BÊ RAGÎHANDIN
Bîrtane da zanîn k udu heyet çûn hevdîtina Ocalan û wiha got: “Herî dawî heyetek çû. Piştre Birêz Ocalan 3 nameyên cuda şandin. Birêz Ocalan li ser van hevdîtinan jib o rola xwe bilîze, nêrînên xwe yên bo Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurdan gotin. Her sê nameyan ji xwe di çapemeniyê de cih girt. sedema netevlibûna hevseroka me Aysel Tugluk ji ber nameyane. Ev name dê bigihêjin muxatabên xwe.
Nexşerêyek heye. Dê nêrîn bê girtin bo vê. Ji bo vê jî em dibêjin ku divê jin rola xwe bi taybet baş bilîzin. Mafê jinane kur ola xwe baş bilîze. Ji bo vê em dibêjin ku bi tevlibûna jinên kurd em dê nîqaşan bikin û bigihêjin cihên têkildar. Li Amedê jî nêrînan jinan ji bo vê pêvajoyê girînge. Wekê hun dizanin di pêvajoyê wisa de sabote tê kirin li Parîsê sê jinên kurd hatin qetilkirin.”
Pitşî axaftina Bîrtane civîn bi sernavên wkê ‘Pêvajoya dawî ya siyasî’, ‘ şîdeta li hemberî jinê û kuştin’ û ‘Kongrebûna Jinan û Yekitiya Netewî’ didome.