Biryara avakirina Konfederasyona Netewî ya Ciwanên Kurdistanê hat girtin
Biryara avakirina Konfederasyona Netewî ya Ciwanên Kurdistanê hat girtin
Biryara avakirina Konfederasyona Netewî ya Ciwanên Kurdistanê hat girtin
Di Sêyemîn Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd de, piştî nîqaşên berfireh biryar hat girtin ku Konferderasyona Netewî a Ciwanên Kurdistanê bê avakirin. Di konferansê de her wiha rêziknameya konfederasyonê hate qebûlkirin û ji bo amadekariyên îlana konfederasyonê komîteyek hate avakirin.
Konferansa ku li bajaroka Rimêlan bi beşdariya 260 delegeyên li ser navê 60 rêxistinên ciwanan ên ji çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, di 26’ê Adarê de destpê kir û 3 rojan dom kir, bi biryarên girîng qediya.
Di konferansê de, piştî nîqaşên berfireh, têkildarî ciwanên çar parçeyên Kurdistanê û yekîtiya kurdan biryarên girîng hatin girtin. Di konferansa ku biryara têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate girtin de, her wiha biryar hatin girtin ku ji bo pêkhatina kongreya netewî, parastina destkeftiyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê, avakirina sîstema zanîngehan û avakirina hikûmet û parlamentoyê li Rojava têkoşîn bê dayîn.
Yek ji biryarên herî girîng di konferansê de hatin girtin jî derbarê yekîtiya ciwanên çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bû. Piştî nîqaş û nirxandinên berfireh, biryar hat girtin ku Konfederasyona Netewî a Ciwanên Kurdistanê ku wê hemû rêxistinên ciwanan bigire nava xwe bê avakirin. Piştî vê biryarê rêziknameya konfederasyonê jî hate amadekirin û qebûlkirin.
Di konferansê de ji bo amadekarî û îlankirina konfederasyonê jî komîteyek ji 9 kesan pêk tê hate avakirin. Komîteya ku piştî konferansê civîna xwe li dar xist, wê bi hemû rêxistinên ciwanan ên çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat re hevdîtinan pêk bîne. Di encama van hevdîtinan de jî wê rêveberiya konfederasyonê bê hilbijartin û îlana wê bê kirin.
Rêziknameya ku di konferansê de hatiye qebûlkirin jî wiha ye:
HEVPEYMANA KONFEDERASYONA NETEWÎ A CIWANÊN KURDISTAN
BeşaYekem: Hukmên giştî
A) Navê Konfederasyonê: Konfederasyona Netewî a Ciwanên Kurdistan
B) Navê kurtasî: KNCK
C) Sembola Konfederasyonê:
Beşa Duyem: Armanca konfederasyonê
Bi rengekî çalak tevlîbûna yekîtiya netewa Kurd esas digire, bi vî rengî li hember hemû cure êrîşê dagirkeriyên li ser Kurdistanê disekine. Bi rêya destxistina mafê netewî yên gelê Kurd, çareser kirina pirsgirêka Kurd dike armanc. Bi pêşengtiya ciwanên Kurd bêyî ku sînor bên esas girtin ji bo ku yekîtiya Kurdistan pêk were têkoşîna netewî esas digire.
Bi pêşengtiya konfederasyona ciwanên netewî, peşxistina têkoşîna ciwanan a civakî û netewî armanc dike. Ji bo ku taybetmendiyên xwezayî ên ciwanan rengê xwe bide têkoşîna civakî hewldanên pêwîst dide. Ji bo ku pirsgirêkên civakî, netewî, olî û zayendî çareser bibe li rolê xwe yê pêşeng radibe. Ji bo ku jiyana xwe dispêre nirxên civakî yên Kurdistanî yên demokratîk, azad û wekhev pêşbikevin di xeta parastina rewa de têkoşînê esas digire.
Beşa Sêyem : Pergala Konfederasyonê
1- Konfederasyon ji federasyonên ku li her çar parçeyên Kurdistan û dervayî welat tên avakirin pêktê.
2- Federasyonên parçeyan, ji yekîtiyên rexistinên wî parçeyî wê pêk were.
3- Organê herî bilind ê biryara “Kongreya Konfederasyona Ciwanên Netewî yên Kurdistanê” ye. Kongreya konfederasyonê ji beşdarbûna kotayên qadan pêktê. Du sal carekê kongreya giştî tê gel hev. Kongre herî kêm ji sêyan du (2/3 ) endamên ku ji aliyê rêxistina herêman ve hatine diyarkirin wê pêk were. Kordînasyona giştî wê rêjeya delegeyên giştî diyar bike. Û li gorî qadan wê belav bike.Rêjeyê nûnertiya qadan jî ji aliyê kordînasyona giştî ya wê qadê ve tê diyar kirin. Kongreya giştî wê xebatê pratîkî binirxîne û bernameya xwe derxe.
4- Di demên awarte de kordînasyon dikare were gel hev û eger pêwîst bibîne dikare kongreya giştî kom bike.
Erkê Koordînasyonê:
A) Berdevkê demê, li hember koordînasyonê berpirsyar e.Berdevkiya demê rapora xweya kar û bar pêşkêşî koordînasyonê dike.
B) Koordînasyon 5 meh carekê kom dibe, xebatê xwe dinirxîne û berdevkê deme dewir dike.
C) Koordînasyon ji her parçeyî 2 kes û ji Avrupayê 1 kes, bigiştî ji 9 kesî pêk tê.
D) Koordînasyon li gorî pêwîstiyan komîteyên xwe ava dike.
E) Koordînasyon heyetên hevbeş yên ciwanên netewî saz dike û li gorî pêwîstiyan bi ciwanên welatên dîtir re hevdîtina pêktîne.
F) Her rêxistin nasnameye xweya rexistinî û siyaseta xwe dikare biparêze. Li hember mijarên netewî helwesta hewbeş esas digire.
Beşa Çarem: Pêkhateya Konfederasyonê
A) Konfederasyona netewî di karûbarê rêxistinî de tevlîbûna demokratîk esas digire
B) Koordînasyonê qadan li beramberê hemû rexistinên endamê federasyonê wê qadê berpirsiyar e.
C) Di hemû pêkhateyên rexistinî de kotaya ji %40 ya cins wê pêk were.
D) Koordinasyon pêwîste herî kêm 2/3( ji sisêyan du du) dengan biryar bigire.
E) Konfederasyon tevlîbûna jinê ciwan esas digire. Li Ser vê bingehê rexistinên xweser saz dike.
F) Hemû endamên konfederasyonê li qadan xwe bi rengekî xweser û taybet bi rêxistin dike.
G) Konfederasyon li hemû qadên ku derfeta xwe heyî dibinyeya şûbeyên ku bên vekirin de xwe bi rêxistin dike.
H) Endamekî konfederasyonê wexta bi dijmin re hevkarî bike û xiyanetê li gelê xwe bike wê ji konfederasyonê bê awetin.
I) Her qad pêwîste di dema herî nêzde federasyona xwe saz bike. Li qadên ku derfet nine bi îradeyeke hewbeş dikare nûnerê xweyê koordînasyonê diyar bike.
Beşa Pêncem: Endamtî
Rêxistinên ku yekîtiya netewî esas digirin û bi dijmin re hevkarî nakin dikarin bibin endam.
a) Taybetmendiyê Rêxistina Ku Bibe Endam
1) Pêwîste kurd û Kurdistanî be
2) Xwedî li nasnameya ciwantî derdikeve û hêza xweya cewherî esas digire
3) Yekîtiya demokratîk û azad ya gelan, zimanan, olan, zayendan û çandan di parêze, li ser van esasan têkoşîna netewîya Kurdan dimeşîne.
4) Li hember hemû cûre êrîşên ku azadiyê tehdît dikin di xeta parastina rewa de têkoşîn dike.
5) Li hember maddeyên hişber yên ku li ser beden û zîhniyeta ciwana tesîr dike û mejiyê wan di tevizîne têkoşîn dike.
6) Li hember hemû cure êrîşên li ser jinê disekine û têkoşîn dike. Li hember pirsgirêka jinê hêstiyariyeke civakî pêşdixe.
b) Mafê Rêxistina Ku Bûye Endam
1) Di hemû asta de mafê hilbijartin û namzetiyê heye.
2) Mafê rexnekirin heye û li beramberî rexne û tawanbariyan li gorî hevpeymana konfederasyonê mafê xwe parastinê heye.
3) Di hemû mijara de nêrîn û pêşniyarê xwe di kare pêşkêş bike.
c) Erkên Rêxistina Ku Bûye Endam
1) Rêxistinên girêdayî konfederasyonê pêwîste hevpeymana konfederasyonê esas bigirin
2) Li hember êrîşên li ser gel û li hember azadiyê di xeta parastina rewa de berxwedanê esas digire.
3) Rêxistina ku bûye endam pêwîste erka ku girtiye li gorî hevpeymana konfederasyonê pêkbîne.
4) Pêwîste hemû destkeftiyên gelê Kurd bi destxistine di bin her şert û mercêde mezin bike.
5) Têkoşîn û jiyaneke xwe dispêre zanabûna ekolojîk ji xwe re esas digire. Dibin her şart û mercê de xwezaya Kurdistanê biparêze
6) Di her astê de li hember bandorên sîstema hiyerarşîk yên ku li ser ciwanan tesîrkiriye têkoşîn dike.
7) Nasnameyeke vîndar û azad diafirîne. Dînamîzma ciwana ya ku mirov vedigerîne cewhera xwezaya xwe esas digire.
Aborî :Bi fonekî ku ji hemû rexistinên bûne endam pêktê pêwîstiyê xweyên maddî çareser dike.