Piştî ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan yê gurkirina şer dike, xwest fuzeyên balîstîk yên hikmê wan 2500 km hilberîne, xebatên ku li Tirkiyeyê destpê kirin, Swêd xiste nava fikaran. Parlementera Partiya Karkerên Sosyal Demokratan, Komîsyona Karên Derve yên Parlementoyê û Endamê Meclîsa Parlementerên Konseya Ewropayê Carina Hagg hewildana Tirkiyeyê ya hilberîna fuzeyan bi pêşniyar pirsekê pêşkêşî Parlementoya Swêdê kir.
Di pêşniyar pirsa ku ji bo Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Carl Bildt bersiva wê bide hatîn dayîn de tê gotin ku, Tirkiye di nava welatên ku xwediyê çekên nukleerî de ne cih digire û bi bîrxist ku, Neteweyên Yekbûyî ji zêdebûna çekên nukleerî yên li herêmê bifikare.
Tirkiye endamê NATO’yê ye ku ew hemû xwediyê çekên nukleerî ne, her wiha agahiyên ku didin diyarkirin ku, li hinek welatên din jî serikên çekên nukleerî hatine bicih kirin, tên dayîn. Balê dikişîne ser wê yekê ku, Tirkiyeya ku biryar daye fuzeyên balîstîk hilberîne, niyeta wan ya ji bo demek dirêj dide diyarkirin û ev nîşanên pirsan di serê mirovan de çêdikin.
Piştî Hagg bibîrxist di derbarê pêkanîna hevpeymanê de mukeleftiya Swêdê heye ku pêşî li belavbûna çekên nukleerî bigire, xwest ku ji bo Wezîrê Derve Bildt fikar û gûmanên wê ji holê rake, bûyerê lêkolîn bike. Pirs dike ku, Bildt û Hikumeta Swêdê dê li hember hewildana Tirkiyeyê ya hilberîna fuzeya balîstîk helwestekê bigirin yan na.
Komîteya Îcra ya Parastina Sanayî ku di 17’ê Tîrmehê di bin serokatiya Erdogan de kombû, Serfermandarê Giştî Necdet Ozel jî di civînê de amadebû, biryar hatibû girtin ku, navenda firandina peykerê were avakirin û fuzeyên balîstîk bêne hilberîn.