Biryara navberê ya doza KCK'ê sibe aşkera dibe
Biryara navberê ya doza KCK'ê sibe aşkera dibe
Biryara navberê ya doza KCK'ê sibe aşkera dibe
Biryara navberê ya doza KCK'ê ku 97 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd û parêzv anên mafê mirovan tên darizandin dê sibê bê aşkerekirin.
15'emîn civîna 59'emîn rûniştina doza KCK'ê ya Amedê ku 97 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd û parêzvanên mafê mirovan çar salin tên darizandin, li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Serê sibê girtiyên siyasî bi maşîneyên ringê ji girtîgehan anîn avahiya edliyê. Girtî di bin dorpêça polîs û leşkeran de derxistin salonê.
Di rûniştina îro de Parlementera BDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak jî di nav de 23 girtî amade bûn. 64 girtî jî ji ber raporê wan hebûn amade nebûn. Di rûniştina ku delîlên derbarê Cîgirê Şaredarê Qoserê û endamê komîsyona Rêveberiya Herêmî û Ekolojîk Selanik Oner de bên xwendin, girtiyan 9'ê Cotmehê Roja derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê şermezar kirin.
Di xwendina delîlan de xwendina notên hevdîtinê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di ANF'ê de wekî delîlên sûc hat dîtin. Dîsa lêpirsîna gendelliyê ya ji aliyê komîsyona Ekolojiyê ya DTP'ê jî wekî sûc hat dîtin. Oner anî ziman ku, kesên nelirêtiyê dikin nayên darizandin, lê kesên siyasetê dikin tên darizandin. Heyetê piştî parastinê heta sibê navber da rûniştina dozê. Rûniştina dozê dê sibê berdewam bike. Li bendê ye ku heyeta dadgehê sibê biryara navberê aşkere bike.