'Biryara xirabkirinê sedema şer e'

'Biryara xirabkirinê sedema şer e'

Meclîsa Giştî ya Bajêr a Wanê derbarê “Goristana Şehîd Ronahî” ya bi navê gerîlaya PKK’ê ya bi eslê xwe Elman Andrea Wolf (Ronahî) lê hatiye kirin biryara xirabkirinê da û li ser vê yekê Rêxistina Şaxê ya BDP’ê ji bo li wir kon vede ber bi bîrdariyê ve ket ser rê.

Ji bo bîranîna 41 gerîlayên  PKK’ê yên di 23’ê Cotmeha sala 1993’yan de li gundê Kelahêrê yê girêdayî navçeya Şaxê ya Wanê di şerekî de jiyana xwe ji dest dan, li ser navê gerîlaya PKK’ê ya bi eslê xwe Elman Andrea Wolf (Ronahî) ku di heman şerî de jiyana xwe ji dest dabû bi navê “Goristana Şehîd Ronahî” goristanek û bîrdariyek hat çêkirin, lê belê ji aliyê Meclîsa Giştî ya Bajêr a Wanê biryara xirabkirina bîrdarî û goristanê hat dayîn. Li ser vê yekê Rêxistina Navçeya Şaxê ya BDP’ê li ber avahiya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civîna çapemeniyê de ku gelek hemwelatî beşdar bûn dowîzên “Biryara xirabkirinê sedema şer e”, “Şehîdên rûmeta me ne, em rûmeta xwe binpê nakin” hatin vekirin û dirûşmayên “Şehîd namirin”, “Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe gor” hatin qîrkirin.

Serokê Rêxistina Şaxê ya BDP’ê Vehbî Batur diyar ku, hikûmeta AKP’ê di pêvajoya çareseriyê de êrîşî goristanên şehîdan kiriye û Meclîsa Giştî ya Bajêr a Wanê bi civîneke veşartî derbarê “Goristana Şehîd Ronahî” de biryara xirabkirinê daye. Batur wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em dê li hember xirabkirina nirxên me yên manewî goristanên şehîdên xwe li ber xwe bidin. Ên ev biryar girtine qatilên ku di bin banê Mislimantiyê de xwe veşartine. Em ê bi canê xwe goristanên şehîdên xwe biparêzin.”

Piştî daxuyaniyê hemwelatî ji bo li “Goristana Şehîd Ronahî” kon vedin ber bi bejahiya gundê Kelahêrê ketin rê.