'Bombeya' DYA’yê li Osloyê jiyan rawestand

'Bombeya' DYA’yê li Osloyê jiyan rawestand

Di tîrmeha sala borî de nijadperestê bi nave Anders Behring B erivik êrîşeke bombeyî pêk anî û bi dehan kes kuşt, duh jî li Osloya paytexta Norwecê panîka bombeyê hebû.

Piştî ku polîsan gotin qey ku pakêta di bin wesayîtek a li nêzî balyozxaneya DYA’yê de bombe ye, polîs û artêşa li Osloyê ketin alarmê. Kesên li derdora balyozxaneya DYA ku tevî Qesra Qiraliyetê, Şanoya Navneteweyî û Werzareta Derve jî lê ne, hat valakirin. Gerên otobûs û trenan li herêmê hatin rawestandin, gelek leşkerên çekdar anîn herêmê û ambulans şandin.

Piştî xebatên domdirêj ên polîsan, hate zanîn ku bombeyek bê bandor e. Hate ragihandin ku ev bombe piştî tedbîqata ji aliyê balyozxaneya DYA’yê ve hatibû kirin, li wir hatiye jibîrkirin. Balyozxaneya DYA’yê jî îro daxuyaniyek da û lêborîn xwest.