Bozdag çû serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê

Bozdag çû serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê

Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ku ji bo gelek serdanan hat Amedê çû serdana Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak. Kişanak mijara girtiyên nexweş anî rojevê û got ew dixwazin girtîgeha Tîpa E ya Amedê bibe muze.

Bozdag ku di saetên sibê de hat Amedê çû serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Hevşaredar Kişanak û kesên li gel wê Bozdag pêşwazîkirin. Kişanak û Bozdag derbasî odeya merciyê bûn û Kişanak da zanîn ku mijara girtiyên nexweş her kes meraq dike û got ku ji ber vê wê ev mijar aniye rojevê. Kişanak got: “Mijara ku girtîgeha Amedê bibe muze jî gelek tê xwestin. Ez li vir li ser navê her kesî daxwaz dikim ku girtîgeh bibe muze. Ez hêvîdar im ku Wezareda Dadê wê qadê ji şaredariya me re tahsîs bike û em dibêjin bila ev bibe wesîleya çareseriyê. Gelê me bi hewldan û înîsiyatîfa xwe hewl dide dibistanan vebike. Morkirin avan em gelek xemgîn kirin. Divê êdî tiştên wisa neyên kirin. “

Kişanak da zanîn ku di rewşa ku Wezareta Dadê desturê bide dixwazin bi heyetekê re li girtîgehê lêkolînan bikin.

REWŞA GIRTIYAN TÊ LÊKOLÎNKIRIN

Bekîr Bozdag jî diyar kir ku cara yekem der barê girtiyên nexweş de di dema hikûmeta wan de pêngav hatiye avêtin û got: “ Me berê qanûnek derxistibû. Me sererastkirineke ku derfetê paşvexistina înfazê pêk anî. Di çarçoveya vê de gelek tahliye çêbûn. Em niha yek bi yek rewşa girtiyên nexweş lêkolîn dikin. Di mijara wan de pêngav hatin avêtin. Gelek kes hatin tahliyekirin”

DIBISTANA KURDÎ BÊ DESTUR HAT VEKIRIN

Bozdag di mijara dibistanên Kurdî de jî got: “Di esas de mijareke di warê nedayîna destûrê de tune. Ev beyî destûr, ne li gorî prosedurê hatiye çêkirin. Li holê karekî nehiqûqî heye.

Ji bo li  saziyên hîndekariya taybet perwerde bê dayîn sererastkirina qanûnî heye. Ev sazî hemû kîjan şert û mercî de vedibe. divê serî li Midûriyeta Perwerdeyê bêdayîn û ji wir jî piştî şertên pêwîst hat tespîtkirin dê destûr bê dayîn. Lê serlêdanek tune. Daxwek tune.”

Civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir û her wiha li gel Bozdag, Parlamenterên AKP’ê Mîne Lok Beyaz, Oya Eronat, Galîp Ensarîoglu, Suleyman Hamzaogullari, Midûrê Polîsan Dr. Halîs Bogurcu, Cîgirê Serdozger Ramazan Solmaz, Serokê AKP’a Amedê Aydin Altaç jî cih girtin. Tê payîn ku piştî civînê dê wezîr biçe Licê.