Bozdag: Li Kûlû û Cîhanbeyliyê dê BDP bi ser bikeve

Bozdag: Li Kûlû û Cîhanbeyliyê dê BDP bi ser bikeve

Kurdên li Ewropayê dijîn, ji bo hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adarê di nava tevgerê de ne. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Konyayê Mehmet Bozdag li Danîmarkayê hin danûstandin kir û di civîneke gel de axivî. Bozdag ragihand ku ewê li navçeyên Cîhanbeylî û Kûlû yên Kurd bi giranî lê dijîn, bi ser bikevin.

Li Danîmarkayê, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Konyayê Mehmet Bozdag beşdarî xebatên du rojan ên hilbijartinê yên ji aliyê Komîsyona Destekkirina BDP'ê bû. Di civîna roja destpêkê ya bernameyê de kesên li Skandînavya û Ewropayê xebatê bimeşînin cih girtin û platforma destekkrina namzetên BDP'ê yên Anatoliya Navîn hat avakirin. Di hilbijartinê de kesên alîkariyê bidin xebatên hilbijartinê hatin destnîşankirin û plansaziyek hat avakirin.

Mehmet Bozdag di roja dueymîn de jî civîneke gel a bi beşdariyeke girseyî pêk anî. Li dû deqeyeke rêzgirtinê, di beşa destpêkê ya civînê de der heqê rewşa pêvajoyê ya li Kurdistan û Tirkiyê de agahî hat dayîn.

Serokê Rêxistina BDP'ê ya Konyayê Mehmet Bozdag diyar kir ku ti sedem ji bo serneketina wan li Cîhanbeylî û Kûlû nîne. Bozdag diyar kir ku divê her kes di pêvajoya hilbijartinê de kar bimeşîne û got, "Li Cîhanbeylî û Kûlû gelek pêşketinên baş hene. Li her du navçeyan jî kesên ji AKP'ê beşdarî BDP'ê dibin her roj zêde dibin."

Bozdag anî ziman ku armanca wan xizmet e û ew dixwazin feraseta şaredarvaniya demokratîk li Cîhanbeylî û Kûlû nîşanî gelê xwe bidin. Bozdag got, "Mîna yên din emê qutiyên pêlavan bi pereyan danegirin."

Bozdag da zanîn ku divê jin jî di xebatên hilbijartinê de aktîf bin . 

Di civînê de her wiha komîsyonên gundan ên di hilbijartinan de xebateke aktîf bimeşînin, hatin avakirin.