Bruksel nexşerêya xwe ya nû amade dike

Bruksel nexşerêya xwe ya nû amade dike

Hat zanîn ku piştî aloziya di civîna bilind a rêberên Yekitiya Ewropayê di navbera Serokkomarê Franse François Hollande û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê de rayedarên li Brukselê li ser planek din dixebitin. Tê payîn ku ev civîna bilind bigihe meha hezîranê û ev plan ji çar xalên "pere, siyaset, bank û reforman” pêk tê.

Yek ji rojnameyên mezin ên Almayayê Die Welt am Sonntag di hejmara xwe ya dawiyê de manşeta “Ji bo Ewropaya nû plana veşartî”bi kar anî. Rojnameyê ragihand ku pêşnûmya planê ji aliyê Serokê Konseya Ewropa Herman van Rompuy, Serokê Komîsyona YE’yê José Manuel Barroso, Serokê Koma Euroyê Jean-Claude Juncker û Serokê Bankaya Navendî ya Ewropayê Mario Draghi ve ahtiye amadekirin.

Beriya civîna bilind a 6 mehî ya ku dê di meha pûşperê (hezîranê) de pêk bê, rêveberên Yekitiya Ewropayê di 23’ê gulanê de civiyan, lê belê li hev nekirin. Serokkomarê sosyalîst ê Franseyê Hollande daxwaza “Eurobond”an kir, lê belê Serokwezîrê muhafezakar a Almanyayê Angela Merkel daxwaza zêdekirina pêşîlêgirtinên teserûf û bisiplîna butçeyê kir.

NEXŞERÊYA NÛ YA BRUKSELÊ

Hat diyarkirin ku ev plana nû ya ji bo rizgarkirin û xurtkirina YE’ya xwedî 27 endaman, ji krîza aborî, bi nêrînên cûda hatiye amadekirin. Ev plana ku weke nexşerêya nû ya YE’yê tê binavkirin, guman heye ku di navbera 17 welatên Herêma Euroyê û her 10 welatên din de bibe sedema tengasiyan.

Ger plan were pêkanîn, dibe guhertina makeqanûna Ewropayê jî were rojevê. Ji ber ku ev plan li ser endamên Euro û welatên ne endamên Euroyê polîtîkayên cûda ferz dike. Plana nû ji van çar xalan pêk tê:

PERE: Dê butçeya Ewropayê ji butçeyên neteweyî zêdetir bê xurtir kir. Ev yek dê keyfa hikûmeta Alman bîne. Lê tê payîn ku gotûbêjên di vê mijarê de zêdetir bidomin.

POLÎTÎKA: Dê Ewropa di warê polîtîkayên aborî, bac, peywendiyên derve û ewlekariyê de bi awayeke zêdetir bi hev re tevbigere. A herî girîng jî ji bo demokratîkbûna Ewropayê, dê zêdetir înîsiyatîfê bidin Parlementoya Ewropayê. Lê tirs heye ku ev yek serdesthiya welatên netewe-dewlet têxe xeteriyê.

REFORM: Ewropa ji bo dahatûya xwe bi ewle bike, dê dest ji sîstema dewleta sosyal berde. Ji bo vê jî bernameya “Ajandaya 2010” ya ji aliyê serokwezîrê berê yê Almanyayê Gerhard Schorder ve hatibû amadekirin, dê weke mînak bê girtin. Schröderê sosyal-demokrat, di sala 2003 de pereyê bêkariyê bi alîkariya civakî re kir yek, dest bi pakêtên bi pakêtên reforma bazara îstîhdamê û reforma tenduristiyê kiribû.

BANK: Ji bo bikarin li ser sîstema bankaya zêdetir kontorlê bikin, dê desteyek hevpar a kontrolkirina bankaya were avakirin. Armanca wê jî ew e ku bacên bankayan bişînin saziya taserûfê ya Ewropayê. Lê ji bo pêngaveke wiha, li hemû welatên herêma Euroyê bên pêkanîn jî bi kêrî tiştek nayê, divê hemû welatên YE’yê di vî warî de xwedî heman nêrînê bin.