Brûsk ê bi destekî şer dike ruhê Kobanê ye

Brûsk ê bi destekî şer dike ruhê Kobanê ye

Duh dema em ji deriyê sînor ê Kobanê derbasî Pirsûsê dibûn, li nuqteya dawî ciwanek li ber derî sekinî bû û nîşaneya serketinê dikir. Tîşortê li ser vî ciwanî gelekî bala min kişand. Bi tîpê mezin nivîsa "Normal is dead" (Normal mir) dinivîsand...

Ji bilî vê hevokê kêm gotin hene ku rewşa heyî bîne ziman. Hevokê bala min kişandibû. Ji bo Kurdan jiyana normal (asayî) zûdeyî qediya ye. Dema Albert Camus dibêje 'Kes nabîne ku hin kes bi tenê ji bo normal bibin di nava hewldanên gelekî mezin de ne' diyare di mebesta wî ya di gotina 'hin kes' em in. Ji ber ku berdêlên mezin ên li dijî vî şerê hov tê dayîn, berxwedana bi heybet a ji bo 'normalkirina' jiyanê tê nîşandan, qet nayê dîtin.

Rojava, ku parçeyê herî biçûk/bedena Kurdistanê ye, di 19'ê Tîrmeha 2012'an de ji Kobanê Şoreşa Rojava diyarî tevahiya cîhanê kir. Çarenûsa 3 mîlyon Kurdên salên dûr û dirêj di bin dagirkeriya rejîma Sûriyeyê debû, weke serhildanek li hemberî netewe dewlet û statukoya wê ya rehê xwe berdabû nav her derê derket holê û veguherî şoreşê. Li hemberî wê şoreşê, ji wê rojê û vir ve êrîş tên kirin. Kobanê ku herî dawî di meha Tîrmehê de rastî êrîşên giran hat, ev sê roj in dîsa rastî êrîşan tê. Êrîşa vê carê jî ji yên din hemûyan girantir e. Rêxistina terorê, çeteya li derveyî mirovahiyê DAIŞ hewl dide ji her alî ve dor li vê herêmê bigire û bifetisîne. DAIŞ a ku bi desteka navneteweyî re xwe veguherand fenomenê, li dijî YPG/HPG'ê ku bi tenê li hemberî wan têk diçe, hemû hêza xwe bikar tîne û dixwaze komkujiyê bike.

Êrîş hebe bêguman berxwedan jî heye. Brûsk ê bi destekî xwe û bi kleşa xwe li eniya herî pêş şer dike, baweriya vê berxwedanê ye. Xebat ê her du destên wî tineye, wate û ruhê vê berxwedanê ye.

Çend not ji her du aliyên sînor û rewş bi vî rengî ye:

**Gelê ku ji Bakurê Kurdistanê hat ser sînor, roja Înê û îro rastî êrîşê hat. Li hemberî liv û tevgereke biçûk jî êrîş tê kirin. Wezîr û burokratên duh hatin ser sînor, bi nerazîbûna gel hatin qewirandin. Bi dirûşmên "Bijî Berxwedana YPG'ê" bersiv ji hin kesên hewl didin ji vê krîzê rantê bi dest bixin, hat dayîn.

**Li cihekî nêzî deriyê sînor ê Kobanê, di bin kontrola leşkeran de destûra derbasbûyînê tê dayîn. 2 rojan destûra derbasbûnê hat dayîn, lê belê îro li heman nuqteyê tîmên taybet û jendermeyan êrîş kirin. Ev derbasbûn ji bo TR polîtîkayeke ji neçarî ye! Ne bi dilê xwe dike... Ji bo bidawî bike wê serî li her şêweyê hincetan bide. Bi gotina 'li dijî êrîşên DAIŞ'ê em gelê sivîl diparêzin, alîkariyê didin' hewl bide xwe nîşanî raya giştî ya navneteweyî bide. Di medyayê de dîmenên bi vî rengî tên nîşandan. Lê belê yek ji sedemên rastîn ev e: Dixwazin Kobanê bêmirov bihêlin. Kêm be jî dixwazin hêza mirovan a şoreşê bişkînin. Ji ber ku ji mirovên ku destûra derbasbûyînê dide, ti çareyê pêşkêş nake. Alîkariyê nadin. Bi şaredariyên Kurd re ti karekî hevpar nakin û piştî ku wan li kolanan belav dikin, gazê berdidin wan. Ev rewş helwesta wan a polîtîk bi têrkerî diyar dike.

**DAIŞ li dijî YPG'ê şer nake, nikare şer ibke. Hêza wê ya yekane, propaganda tirsê û tankên di dest de ye. Tên gundên ji ber sedema ewlekariyê hatine valakirin, bicih dibin. Pêşketina wê ev e. Ji dûr ve topan diavêje û sivîlan dixe nava xeteriyê. Bi vî rengî dimeşe. Dema dibînin li gund kes nemaye tên bicih dibin û talan dikin.

**Ji Asayîşa Kobanê ji Welat pirsa pêşketina wan dikim. Dibêje ku li qadeke 15 û 27 kîlometre ya dora Kobanê di nava tevgerê de ne. Behsa çalakiyên fedaî dike. Destnîşan dike ku tevî çekên giran ên çeteyan jî ew ê di demeke kurt de çeteyan ji herêmê derxînin.

**Dema em diçin Rêveberiya Kantona Kobanê, şervanekî li ser girekî pêşber, bala min dikşîne. Destekî wî nîne. Di destê din de jî çekek heye. Ji wesayîtê min bang lê kir. Dema deng bihîst destê xwe bilind kir û bi rûkenî silav da. Derfetê min çêbû ku wêneyê wê kêliyê bikşînim. Navê wî Brûsk e. Li eniya pêş şer dike. Ciwanekî ku hema bêje ji aliyê her kesî ve tê naskirin. YPG'yiyekî din ê mîna wî jî Xebat e. Her du destên xwe di mayînê de winda dike. Lê belê kincên leşkerî li ser e û li qadê ye.

**Di hevdîtina bi Rêveberiya Kantona Kobanê re me dît ku moralê wan di asta bilind de ye. Li ser vê yekê Ahmet Turk axivî û got, "Rûdaw bêyî şerm bike nûçeyê çêdike û dibêje Kobanê ket. Vaye em li vir in û gel li vir e. Çawa Kobanê ketiye?" û nerazîbûneke tund nîşan da. Her wiha dema rewşa moralê ji Hevseroka Meclîsa Gel Ayşe Efendî (Hevsera Salih Muslim) dipirsim dibêje, "Ji sedî sed e. Serê me bilind e."

**Serokwezîrê Kantonê Enver Muslim bi gotina, “Bawer bikin ciwan bi ser tankan diçin. Ev berxwedaneke bêhempa ye” kurtasî rewş anî ziman û got “Belê Kobanê û ciwanên li derdorê diçin ser tankan, bi tiştên di destê xwe de li hember wê rêxistina derveyî mirovatiyê derdikevin. Heta ev ruh hebe Kobanê nakeve.” Piştî vê daxuyaniyê li kantona ku tevayî gel bûye yekbeden li hember êrîşên li dijî Kobanê rêveberên hikûmetê jî çek rakirin. Serokwezîrê Kantonê Enver Muslim, Wezîrê Karên Derve Îbrahîm Kurdo, endamê Dîwana Edaletê Ferhan Hecîsa, Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Fevziye Abdî, Wezîrê Rêveberiyên Xwecihî Mustafa Abdî jî di nav de hemû wezîr û rêveberên kantonê bi çekên xwe ji bo parastina Kobanê xwe amade dikin û aşkera kirin ku bi hêzên parastinê re wê li dijî çeteyan şer bikin. 

**Li navenda Kobanê jiyan asayî ye. Moral li cih in. Ciwanên zarok û îxtiyaran dibin sînor vedigerin. Li hember êrîşên muxtemel di xeta parastinê de cihê xwe digirin. Yekane derdê wan ev e ku komkujiyeke sivîl pêk neyê. Di êrîşên ji dûr ve yên bi tankan ji raya giştî ya navneteweyî bendewariyên wan hene. Dîsa di vê pêvajoya bi zehmet de dibêjin ku pêwîst e her kes a dikeve ser milê xwe pêk bîne. Jineke ku axivî Rojava wek şerefa Kurdan nirxand. 

**Mirov ji Kobanê narevin. Yan jî bi hezaran kesên derbasî vî alî dibin ne di nav ax û waxan de ne. Wek tedbîreke mecbûrî lê dinêrin. Pir di ferqa rewşê de ne û li gor wê hereket dikin. Rewşeke ku paşde venegerin an jî cihê xwe terk bikin tune ye. Vê bi taybet diyar dikin.