'Bûkên îthal' bi şîdetê re rû bi rû ne

'Bûkên îthal' bi şîdetê re rû bi rû ne

Jinên ku bi zewacê hatin Swêdê bi cih bûn, beşeke ji wan rastî gef, şîdet û zexta hevserên xwe tên û ligel vê jî li şûna ku serî li polîs û saziyan bide, bê deng dimînin. Ji ber ku du salên pêşî destûra wan a runiştinê tune. Kesên ku serî li polîs bidin an jî dest ji hevserê xwe berdin bi rîska dersînorkirinê re rû bi rû dimînin.

Sala borî 18 hezar jinên bi zewacê hatin Swêdê. Di lêkolîneke ku li herêma 92 şaredariyan hatiye kirin der ket holê ku jinên ku bi zewacê hatine li Swêdê bi cih bûne bi pirsgirêkên mezin re rû bir û ne.

Yekitiya Malên Stargehên Jinan a Swêdê (ROKS) jinên ku wekî ‘bûkên îthal’ bi nav dike, diyar kir ku ev jin hin wekî koleya seksê û hin jî wekî xizmetkar tên bikaranîn û di rewşa ku li dijî vê derkevin jî rastî şîdetê tên û rastî gefa em dê we bişînin welatên we tên. Jinên ku herî zêde pirsgirêka dijîn yên ku ji Tayland, Rusya, Brezîlya, Îran û Iraqê hatine. Ji berk u her tim destûra wan a runiştinê tune, ji mafên ku bo penaberên din tên nasîn fêdeyê nabînin. Ji kursên ziman û mafên civakê fêdeyê nagirin. Ji ber ku naxebitin û ziman nizanin neçarin ku girêdayê mêr jiyana xwe bidomîn. Dema rastî şîdetê tên jî bi fikara ku dê derveyî sînor bên kirin jî bê deng dimînin.

Rêxistinên jinan diyar kirin ku ev pirsgirêk her diçe zêde dibe û got divê pêşî li vê bê girtin. Hikûmetê sala borî ji bo ku pirsgirêk bê lêkolînkirin û pêşî lê bê girtin Walî Eva Erîksson peywirdar kir.

Erîksson encama lêkolîna ku kir di rojên borî de ji hikûmetê re ragîhand. Erîksson diyar kir ku hin mêr hene ji xwe re ‘bûkên îthal’ kiriye hînbûyînek. Erîksson wiha pê de çû: “Serlêdana mêran a jib o jinên welatên din ya ji bo zewacê divê baştir bê lêkolînkirin. Jinên ku dizewicin jî beriya ku bên Swêdê divê agahiyê bidin Balyozxaneya Mezin a Swêdê ya welatê xwe. Dema bê Swêdê jî bi têkiliyên xwe yên bi saziyan re ne hevserên xwe bila bi wergervanan pêk bînin. Ji bo ku her dem li wir bimînin, divê teqez du salan zewicandî bimînin. Em pêşniyar dikin ku bila ev rabe.”